Polîsê ku şidet li parêzera jin kir ji kar hat dûrxistin 2018-09-05 10:45:28   STENBOL - Parêzera jin ji bo parastina kesekî dema ku çûbû Amîrtiya Buroya Lêkolînê ya Muduriyeta Emniyeta Navçeya Bayrampaşayê ji aliyê amîrê berpirsê navenda polîsan bi şîdetê rû bi rû mabû.    Parêzera jin ji bo parastina kesekî dema ku çûbû Amîrtiya Buroya Lêkolînê ya Muduriyeta Emniyeta Navçeya Bayrampaşayê ji aliyê amîrê berpirsê navenda polîsan bi şîdetê rû bi rû mabû. Polîsê ku şidet li parêzera jin kir ji wê re wiha gotibû:"Me li vir li gelek parêzeran xistine, em li te jî bixin?". Piştre polîsê ku wiha dibêje ji polîsekî din dixwaze ku zope bîne.    Di kamerayan de jî derket holê   Polîs piştre bi zopeyê di destên xwe de şidet li parêzera jin kir. Piştre bi çekê derb berda parêzera jin. Bûyera ku hat jiyîn di kamerayan de jî derket holê.    4 polîs ji kar hatin dûrxistin   Parêzera jin a ku şidet lê hat kirin derbarê Amirê Buroya Asayişa Bayrampaşayê û alîkarên wî serîlêdana sûc kir. Di çarçoveya lêpirsîna ku hat destpêkirin de tevî amîr 4 polîs ji kar hatin dûrxistin.