Serhildêrên Flormarê yên ku ji kar hatin avêtin ji bo zarokên xwe kampanya dan destpêkirin 2018-09-05 10:25:55   STENBOL - Kedkarên Flormarê ji bo vegerin ser karê xwe ev 114 roj in ku di nava çalakiyê de ne. Kedkarên Flormarê ji bo pêdiviyên zarokên xwe dest bi kampanyayê kirin.    Kedkarên Flormarê bi hinceta ku endamên sendîkayê ne ji kar hatibûn avêtin,  ji bo vegerin ser karê xwe ev 114 roj in ku li ber fabrîkayê di nava çalakiyê de ne. Kedkarên Flormarê ji bo pêdiviyên zarokên xwe bi piştevaniya Rêxistina Bajarê Kocaeliyê ya Partiya Kedê (EMEP), dest bi kampanyayê kirin. Bi vê kampanyayê dê ji bo alavên kirtasiyê yên zarokan alîkarî bê kirin.   Banga EMEP'ê ya ji bo piştevaniyê wiha ye:"Dê dibistan vebe û divê pêdiviyên ji bo dibistanê yên zarokan bên pêdekirin. Em bi kedkarên Flormarê ketin nava piştevaniyê ji bo ku em alavên kirtasiyeyê ji bo zarokan kom bikin. Haydê em bi hev re nîşan bidin ku em li gel kedkarên Flormarê ne."    Hejmarên ji bo ragihandina piştevaniyê wiha ne:   Gebze: 0537 700 22 82   Darica:0505 689 51 96 Korfez: 0507 769 09 05   Derince: 0546 519 76 59   Îzmit: 0541 602 43 10