Gel eleqeyek mezin nîşanî Parka Jinê, Parka Star didin 2018-09-05 09:20:02   Şêrîn Zêrevan   TIRBESPIYÊ - 1'emîn Parka jinê ya Navçeya Tirbespiyê bû çavkaniya aktîvîteya civakî.   1'emîn Parka Star li navçeya Tibespiyê di 1'ê meha Tebaxê de hate vekirin. Bi vekirina vê parkê ve jin gelek kêfxweş bûn. Parka Star bi xwezahiya xwe xweşik e. Dar, gul û kulîlik lê hene. Bûye bihûşta mirovan. Ev yek jî dihêle ku bala mirovên Tirbespiyê bikşîne. Jin, mêr, zarok, pîr û kal dema ku ji kar vedigerin, ango ji derve tên yekemîn cihê ku bêhna xwe lê vedidin Parka Star e. Dîsa her şevê ji seet 6'an û şûn ve malbat, zarokên xwe tînin parka star û bêhna xwe vedidin.   Li parka star lîstokên zarokan û cihê rûniştina malbatan jî heye. Her wiha pêdiviyên xwarin û vexwarinê jî hene.   Jinên li mal aciz dibin berê xwe didin "Parka Star"   Welatiya bi navê Sîham Hesen a ji Bajarê Tirbespiyê kêfxweşiya xwe di derbarê Parka Star a jinê de anî ziman û wiha got:"Ez û zarokên xwe di malê de aciz dibin. Ji ber vê yekê jî em bêrê xwe didin Parka Star û zarokên me bi lîstokan ji  xwe re dilîzin. Bêhna me jî derdikeve."   Parka xweser kêfa welatiyan tîne!   Keça ciwan Dana Elî welatiya Navçeya Tirbespiyê jî hestên xwe wiha bi lêv kir:"Berê parkên xweser tunebûn ku mirov bi rihetî here lê rûne. Lê piştî ku Parka Star hate vekirin, em gelek kêfxweş bûn, her wiha dema ku em têne parkê gelek bêhna me derdikeve. Ji ber ku rewşa wê ya hewayê û xwezaya wê pir xweş e."