Girtiya nexweş Dîcle Bozan terkî mirinê hat kirin 2018-09-05 09:08:16   STENBOL - Girtiya nexweş Dîcle Bozan ku divê emeliyat bibe, bi hinceta ‘makîne xerabeye’, ‘bijîşk tune ye’ dermankirina wê tê astengkirin û li Girtîgeha Tîpa T ya Elezîzê terkî mirinê hatiye kirin. Parêzera wê Gulîzer Tuncer destnîşan kir ku wan bi dehan carî serî li Dozgeriya Komarê ya Elezîzê û dadgeriya înfazê dane û serlêdanên wan bê encam mane.   Dîcle Bozan a li Girtîgeha Tîpa T ya Elezîzê girtiye û çîpek wê hatiye birîn, roviyên wê jî ji derve ne û divê demildest bê dermankirin. Lê bi hinceta bijîşk tune ye, makîne xerabeye nayê emeliyatkirin.    Dîcleyê di nameya ku şandiye de diyar kir ku nikare bi tena serê xwe li girtîgehê bimîne û di heman demê de ji ber nexweşiya epîlepsiyê di hucreyê de ji ser hişê xwe diçe û divê demildest bê dermankirin.   Di rîngê de 5 saetan hat sekinandin   Dîcle ya ji ber parçeyên şarapnelê ya di bedena wê de û ji ber roviyan divê bê emeliyatkirin, hat hînbûn ku 5 caran birine Nexweşxaneya Dewletê ya Xarpêtê lê dernexistine pêş bijîşk û mafê tenduristiya wê ji dest hatiye girtin. Hat diyarkirin ku bi hinceta bijîşk tune ye ji rîngê dernexistine û carekê jî 5 saetan di rîngê de hatiye sekiandin. Dîcleyê ev rewş wek şîdeta derûnî nirxand û got ew dixwaze bê dermankirin.   Bijîşk: Ji min re çi   Dîcleyê bi lêv kir ku wê pirsgirêkên xwe ji bijîşkê girtîgehê re vegotiye û wî jî gotiye ‘ji min re çi’ û anî ziman ku bijîşk ji her pirsgirêkê re dibêje ‘derûnî ye’, ji ber vê naxwaze derkeve revîrê.   Cezayê hucreyê danê   Dîcleyê destnîşan kir ku ji ber li hember kamerayên li girtîgehê derketiye rastî cezayê hucreyê hatiye.   Parêzer: Raporan li ber çavan nagirin   Parêzer Gulîzar Tuncer daxuyakirin ku wê ji bo muvekîla xwe bi dehan carî serî li Dozgeriya Komara Xarpêtê û dadgeriya înfazê daye lê encam negirtine û got: “Ger bê emelyatkirin kesek refakatê bike dikare li Dîcleyê binêre. Pêkanîna li hember wê îşkence ye. Dermankirina wê tê astengkirin. Nexweşa giran e. Rapor li ber çavan nayê girtin. Em vê qebûl nakin. Divê demildest bê berdan.”   Çi bûbû?   Di meha nîsana 2017’an de li Dêrsîmê di pevçûnekê de bi giranî birîndar bû, hat girtin û şandin Girtîgeha Tîpa T ya Xarpêtê. Çîpekî wê hat jêkirin û roviyên wê li derve neçar ma bijî. Di nameyek xwe de wiha gotibû: “Ez ji hemû mafên xwe bêpar im. Roviyên min ji derve ne. Min bi dehan carî ji bo nexweşxaneyê daxwazname nivîsî. Hemû serlêdanên min bê encam man. Ez emeliyat nebim wê zirarên cidî pêk bên.”