HDP'ê ji bo 'amadekariya hilbijartinên herêmî' civîn li dar xist 2018-09-04 12:22:40   AMED - Bi pêşengtiya HDP'ê û bi beşdarbûna DBP û KCD'ê dînamîkên herêmê di civîna ''amadekariya hilbijartinên herêmî" de hatin gel hev.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiyên Herêmên Demokratîk (DBP), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), dînamîkên herêmê, saziyên civakê yên sîvîl di civîna ''amadekariya hilbijartinên herêmî" de hatin gel hev. Civîn dê du rojan bidome. Civîna ku li Eywana Konferansê ya Vedat Aydin a li avahiya HDP'ê ya Amedê hat lidarxistin, Parlementerên HDP'ê yên herêmê, hevserokên şaredariyên ku qayim hat tayinkirin, Kongreya Demokratîk a Gelan (KCD), rewşenbîr û hunermend, gelek komên pişeyî û nûnerên saziyên civakê yên sîvîl beşdarî civînê bûn.    Destpêka axaftina civînê ji aliyê Hevserokê HDP'ê yê Giştî Sezai Temelli hat kirin. Sezai di axaftina xwe de diyar kir ku tifaqa wan a bi pêkhateyan wê di hilbijartinên herêmî de jî bidome. Sezai da zanîn ku di civînê de ew ê li ser nexşerêya ku ji bo hilbijartinên herêmî danîne ber destên xwe nîqaşan bikin û got ku dê xebatên ji bo hilbijartinên herêmî dûdirêj be.    Sezai bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û qeyrana aborî.    Sezai di heman demê de behsa şewata li daristanan û qeyrana aborî kir û got:"Ev qayyimna dê ji vê herêmê biçin. Ew ê dehnê xwe jî bigirin û biçin. Dê civak dehnê wan negire ser milê xwe. Em ê dîsa tabelayên xwe darve bikin. Em ê plansaziyên nû yên rêveberiyên herêmî bikin. Em ê vê yekê jî niha bikin û di civînê de nîqaş bikin."   Di civîna ku dê ji çapemeniyê re bi awayekî girtî bidome de nîqaşen wekî "Di siyaseta demokratîk de polîtikaya serdema nû", "Li dijî tecrîdê xeta çalakiyê", "Stratejia rêveberiyên herêmî" dê bê kirin.    Hat diyarkirin ku dê civînên derbarê hilbijartinên herêmî li herêmên din jî bidomin.