‘Tecrîda ku tê girankirin dijhiqûqî ye’ 2018-09-04 09:14:39   MÊRDÎN - Dayika Aştiyê ya Mêrdînê Halîme İşik di derbarê tecrîda girankirî de axivî û diyar kir ku wê Abdullah Ocalan ji girtîgehê derbixin û dawî li vî şerî bînin.   Di 11’ê Îlona 2016’an de bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re birayê wî Mehmet Ocalan hevdîtin pêk anî û piştî wê tu hevdîtin nehat kirin. Tecrîda li ser Abdullah Ocalan ev sê sal in bi awayekî girankirî didome. Dayika Aştiyê ya Mêrdînê Halîme İşik di derbarê tecrîda girankirî de axivî û anî ziman ku ger tecrîda li ser Abdullah Ocalan bihata rakirin wê îro şer zêde nebûya.   Halîme, di destpêka axaftina xwe de tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar kir û anî ziman ku Abdullah Ocalan Serokê gelê kurd e û wiha got: “Hemû gelê cihanê jî baş dizane ku serok ji bo mirovahiyê, azadiyê, wekheviyê têkoşîn da. 20 sal in Serok di girtîgehê de ye û çend sal in jî li ser wî tecrit tê kirin. Nahêlin ku malbat û parêzerên wî biçin cem wî hevdîtinê bikin. Tecrîda ku tê girankirin dijhiqûqî ye. Serok Apo îro ji bo gelê kurd, tirk, erep, ermenî, çerkez û hwd. di girtîgehêde ye. Bi salan in li Tirkiye û Kurdistanê şerek tê meşandin. Lê şerê ku dimeşe nahêlin ku di televîzyon û medyaya civakî de bên nîşandan. Ji ber ku rastî ji gel re nayê gotin tu kes nizane ku kurd çi dijîn. Tu kes şer qebûl nake. Ji ber ku di şer de leşker, polîs, gerîlla, jin, zarok, dayik tên kuştin.”   ‘Emrê Serok di girtîgehê de derbas bû…’   Halîme, di berdewama axaftina xwe de bi lêv kir ku ger hikûmet bihêle malbat û parêzerên Abdullah Ocalan bi wî re hevdîtinê bikin wê ji şer re çareserî bê dîtin û ev tişt got: “Ger bihiştana bi Serok re hevdîtin bên kirin belkî îro azadî çêbûbûya. Ger ku Serok ji girtîgehê derbikeve wê hemû partî ji bo azadiyê gav biavêje. Bi vî hawî gel ji vî şerî xilas bibe. Ji ber ku pêvajo ew qas xirab e gel bi tirsekê dimeşin û agahiyên xêrê nabihîzin. Dema Serok ji girtîgehê derbikeve wê welatekî gelek cuda ava bibe. Emrê Serok di girtîgehan de derbas bû. Ev ne qezenc e. Dema bi wî re axaftin bê kirin wê demê dibe qezenc. Bi girtina Serok gund û bajar hemû hilweşiyan. Em wekheviyê dixwazin û em dibêjin ku kurd û tirk yek in. Dema li ser maseyê bê rûniştandin wê demê hemû pirsgirêk wê bên çareserkirin. Em dixwazin ku hemû civak bibin yek.”   ‘Êrîşa li dijî Dayikên Şemiyê hat kirin şermek mezin e’   Halîme, di dirêjiya axaftina xwe de bal kişand li ser êrîşa ku li dijî Dayikên Şemiyê hat kirin. Halîme, da zanîn ku êrîşa li dijî Dayikên Şemiyê hat kirin şermek mezin e û wiha pêl da axaftina xwe: “Di vî welatî de parastina tu kesî tune ye. Em ji bo zarokên xwe yên winda bûne çi pêwîst e em ê bikin. Dema dayikek li zarokên xwe bigere sûc e? Tim li dijî dayikan êrîş tên kirin. Dixwazin ku hêz û têkoşîna dayikan bişkînin. Dema Serok ji girtîgehê bihata derxistin îro ev tişt wê neqewimiya. Mifteya çareseriyê li gel Serok e. Xeynî Serok tu kes nikare çareser bike.”   ‘Em ê Kurdistanê ava bikin’   Halîme, di dawiya axaftina xwe de got ku her çiqas şer zêde bibe jî wê dev ji têkoşîn û xwesteka azadiya Abdullah Ocalan bernedin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em îro bi saya felsefeya Serok rastiya jiyanê û hebûna xwe hîn bûn. Bi taybetî jî em jin bi saya felsefe û fikrên Serok rabûn li ser piyan. Doh Serok ji bo me jinan gelek tişt kir û îro jî em ê ji bo Serok çi pêwîst be em ê bikin. Em ê Serok ji girtîgehê derbixin û Kurdîstanê ava bikin. Îro Tirkiye ber bi kaosê ve diçe.”