Nîmet Tanrikulu: Mafê me yê em heqîqetê bizanibin heye 2018-09-03 09:07:09   STENBOL - Endama Weqfa 78’an û parêzvana mafê mirovan Nîmet Tanrikulu qedexekirina Qada Galatasarayê ya ji Dayikên Şemiyê re wek ‘ nenaskirina demokrasiyê’ nirxand û wiha got: “Em dixwazin bi vê paşerojê re bên rû hev. Em ê tu car dest jê bernedin û mafê me yê em heqîqetê bizanbin heye.”   Piştgiriyên ji bo têkoşîna Dayikên Şemiyê ji aliyê cuda didomin. Parêzvana mafê mirovan û endama Weqfa 78’an Nîmet Tanrikulu derbarê mijarê de wiha got: “Hestiyên wan bin jî dixwazin gorek zarokên wan hebin. Ev 23 sale ji bo vê têdikoşin. Em wek Mirovên Şemiyê dibêjin ku; mafê me yê em vê heqîqetê bizanibin heye. Divê bi xizmên windayan re, parêzvanên maf û muxalefeta civakê vê heqîqetê bizane.”   ‘Windakirinên binçavan, parçeyek şîdeta li hember jinê ye’   Nîmetê bi lêv kir ku li Tirkiyeyê jin bi awayekî cidî rastî şîdetê tên û her roj 5 jin tên qetilkirin û wiha got: “Di bin çavan de windakirin jî parçeyek vê şîdetê ye. Ji ber ku herî zêde jin ji vê bi bandor dibin. Ev polîtîka travmayek mezin diafirîne. Jinên li hevjîn, destgirtî û birayên xwe digerin, li kolanan jî bi heman travmayan re tên rû hev. Weke ku jin nehatine windakirin tev digerin. Ji ber vê mafê me jinan heye ku em heqîqetê hîn bibin.”   ‘Tê wateya nenaskirina demokrasiyê’   Nîmetê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku li tu deverê cîhanê çalakiyek wisa nayê qedexekirin û ev tişt anî ziman: “Hikûmeta Tirkiyeyê hewl dide gel rastiya xwe hîn nebe. Bila pêkanîna li hember Dayikên Şemiyê bi dawî bin. Dayikên Şemiyê çalakiyek aştiyane pêk tînin. Tu zirara çalakiyê li qada cemawerî tune ye. Lê ev qad qedexe kirine. Divê berpirsên windayan bên dîtin. Divê qadên wisa ji civakê re bên vekirin. Em ê her tim li aqûbeta xizmên xwe bipirsin.”