ROJEVA 3'Ê ÎLONA 2018'AN 2018-09-03 09:00:00   *Endama Rêveberiya Aboriya Jinê ya Navçeya Tirbespiyê Bûheyîra Brahîm da zanîn ku ji bo civak di warê aboriyê de pêşve biçe wan gelek proje kirine meriyetê û hîn berdewamiya van projeyan dê were û got:"Ji bo civakek aram û serbixwe divê aborî pêş bikeve. Bingeha gelek pêşketinan aborî ava dike. Divê jin di her qadê de xwe pêş bixin."   *Jina bi navê Rûken Ehmed a 30 salî û dayika 2 zaroka ye piştî êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê li Kantona Şehbayê bi cih bû. Rûkenê da zanîn ku wê û malbata xwe di destpêkê de gelek zehmetî kişandine û hîn jî dikişînin û got:"Bi salan e ku li dijî gelê Kurd her dem êrîş û zextên mezin pêk tên. Lê gelê Kurd her serî hilda û bejna xwe netewand. Em jî xwedî li berxwedana xwe derketin û me hêviya xwe mezin kir."   *Jina bi navê Werda Hewas ji xwezayê hêzê digire û soza berdewamiya kevneşopiya xwe ya Kurdewar dide û dibêje:"Parastina kevneşopiyê parastina nasnameyê ye." DÎMEN HEYE   *Endama Weqfa 78’an û parêzvana mafê mirovan Nîmet Tanrikulu qedexekirina Qada Galatasarayê ya ji Dayikên Şemiyê re wek ‘ nenaskirina demokrasiyê’ nirxand û wiha got: “Em dixwazin bi vê paşerojê re bên rû hev. Em ê tu car dest jê bernedin û mafê me yê em heqîqetê bizanbin heye.”DÎMEN HEYE   *Zeyneb Edîn a sê sal berê li Cîzîrê bû hedef, di hembêza wê de pitikê wê Berxwedanê 9 mehî re li erdê ket û carek din ranebû. Maşallah Edîn a ji bo xilaskirina Zeynebê çû cihê bûyerê , ew jî li wir hat qetilkirin. Berxwedanê ku ketiye 3 saliya xwe bêyî dayika xwe nas bike mezin dibe, keça Maşallahê, Çîçek jî hewl dide di bîranînên xwe de dayika xwe zindî bihêle.DÎMEN HEYE   *Hevberdevka Tevgera Ekolojiya Mezopotamyayê Seher Kadîroglu Ataş, diyar kir ku divê li dijî şewata daristanan a li Dêrsîmê didome bertekek xurt bê dayin û wiha got: “Em wek ekolojîst dibêjin kezeba Dersim, Îzmîr, Stenbol û Trabzonê dişewite. Ji bo ev texrîbat bê sekinandin, divê hemû alî berê xwe bidin wir.”DÎMEN HEYE   *Meles Tekîn a 73 salî ku bi hinceta cezayê wê teqez bûye girtiye û nexweş e, ji bo bê tahliyekirin ev 4 mehe li bende rapora ku Saziya Tipa Edlî bide ye.   *Rojnameger û parêzvana mafê mirovan Wînî Omer a bi cezayê darvekirinê re rû bi rû ye, diyar kir ku hemû rojnamegerên jin ên li Sudanê ku hewl didin heqîqetê nîşan bidin bi zextan re tên rû hev û got: “Qanûnên pêşî li fikrên azad bigirin hatin derxistin. Lê ev qanûn nikarin pêşî li fikra azad bigire.”    *Jinên Hesekê tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin û gotin:"Rêber Apo aştîxwaz e, divê demildest tecrîdkirina wî bi dawî bibe. Em ê her dem şopdarê rêya wî bin." DÎMEN HEYE