Tecrîda li ser Abdullah Ocalan li Şamê hat şermezarkirin 2018-09-02 17:01:32   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Kuçeya Zorava ya Şamê jinan tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kir.    Li Kuçeya Zorava ya Şamê endamên Kongreya Star bi daxuyaniya çapemeniyê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin.    Daxuyanî ji aliyê endama Kongreya Star Zeyneb Mihemed hat xwendin. Di daxuyaniyê de bang hat kirin ku rêxistinên mafên mirovan dawî li bêdengiya xwe bînin û soza mezinkirina têkoşînê hat dayin.   Daxuyanî bi dirûşmên "Bijî serîhildana jina azad", "Bijî Şoreşa Rojava", "Şehîd namirin","Bijî Rêber Ocalan" bi dawî bû.