Petrola ku herikî li peravê Foça û Aliagayê belav bû 2018-09-02 11:43:04   ÎZMÎR - Petrola ku herikî li peravên Foça û Alîagayê belav bû û hem derdor qirêj kir û hem jî zerar da gelek zindiyên avê.    Petrola ku herikî û li delav û peravên Alîaga û Foça yên Îzmirê belav bûn, der û dor tev qirêj kir û zerar da zindiyên avê. Rayedaran diyar kirin ku petrol heta Yenî Foça belav bûye û dest bi paqijkirinê kirine. Piştî ba zêde bû û pêlên avê bilind bû, petrola herikî ruyê bahrê reş kir û heta perava Yeni Foça belav bû. Serokê Kendava Foça Mustafa Çankaya, diyar kir ku ew çavkaniya herikîna petrolê lêkolîn dikin û dest bi paqijkirinê kirine. Ekolojîstên çûn herêmê jî diyar kirin ku ger petrol berdewam bike dê gelek zindiyên avê bi komî bimirin.