Ji Mêrsînê jî piştgirî dan Dayikên Şemiyê 2018-09-02 10:12:41   MÊRSÎN - Platforma Jinê ya Mêrsînê ji bo piştgiriyê bidin Dayikên Şemiyê li Qada Azadiyê daxuyanî dan.    Platforma Jinê ya Mêrsînê ji bo piştgiriyê bidin Dayikên Şemiyê li Qada Azadiyê daxuyanî dan. Di çalakiyê de pankarta "Bila kujer bên dîtin" hat vekirin. Di çalakiyê de dirûşmên "Jin jiyan azadî", " Em li ba Dayikên Şemiyê ne" hatin berzkirin. Sekretera Jinan a Egitim Senê Elif Yaşar li ser navê platformê daxuyanî da. Elîfê da zanîn ku dê hesabê bê pirsîn û got:"Wezîrê Karê Hundir ji jiyana gel berpirs e. Divê ew kujeran derxin holê. Êrîşî dayikên ku aştiyê dixwazin nekin."   Di daxuyaniyê de Elîfê anî ziman ku divê kujer bên dîtin û bên darizandin.   Daxuyanî bi rûniştana 5 dkyan û bi çepikan bi dawî bû.