'Ji bo parastina çand, huner û dîrokê perwerde pêwist e' 2018-09-02 09:02:51   Sorgul Şêxo   TIL TEMIR - Endama Rêveberiya Peymangeha Şehîd Jiyan, Eyhan Yûnis derbarê bandora peymangehên li Rojavayê Kurdistanê de ya li ser perwerdeyê de got:"Ji bo parastina çand, huner û dîrokê perwerde pêwist e. Li Peymangehan jî li ser esasên parastina nirxên civakî û nasnameya gel perwerde tê dayin."   Di 2015'an de li hemû bajarên Rojavayê Kurdistanê bi armanca perwerdekirinê, gihaştina mamosteyan û civakek pêşketî Peymangeh hatin vekirin. Endama Rêveberiya Peymangeha Şehîd Jiyan, Eyhan Yûnis da zanîn ku xebatên di peymangehan de didomin û got:"Ji bo nifşên nû bên perwerdekirin û rê li ber civakek azad û zana bê vekirin xebatên li peymangehan didomin."   Eyhanê da zanîn ku li peymangehan cudahiyê naxin nav gelan û wiha got:"Li peymangehan bêyî ku em cudatiyê têxin nav gelan, gelên wekî din jî perwerdeyê dibînin. Yekemîn dewre di sala 2015'an de hat destpêkirin. Di dewreya 1'emîn de jê 50 jin 63 xwendekar hatin perwerdekirin. Di dewreya 2'emîn de jê 30 jin 37 xwendekar hatin perwerdekirin. Di dewreya 3'emîn de 69 xwendekar hatin perwerdekirin. Her wiha di dewreya 4'emîn de jê 36 jin 40 xwendekar hatin perwerdekirin. Ji nav 40 xwendekarên Ereb jî jê 36 jin bûn. Bi tevahî 249 mamoste hatin perwerdekirin. Berî Şoreşa Rojavayê Kurdistanê rejîmê mafê perwerdeyê nedida gelê Kurd. Gelê Kurd nikaribû bi zimanê xwe perwerdeyê bidin. Lê niha bi zimanê Erebî jî perwerde tê dayin. Di nava sîstema perwerdeya Rojava de cudatî tune ye."   'Nifşên nû li gor nêrînek berfireh û azad tên perwerdekirin'   Eyhanê bi lêv kir ku nifşên nû li gor nêrînek berfireh û azad tên perwerdekirin û wiha domand:"Li gor sîstema rejîmê ya berê hemû kes li gor rastiya rejîmê û li gor tevgerek yekperest dihat perwerdekirin. Lê li gor sîstema piştî Şoreşa Rojava gel li gor fikrên azad û berfireh hatin perwerdekirin. Li gor sîstema niha ne yekperestî, pirçandî û pirzimanî tê parastin. Çimkî ev yek civakan dewlemend dike û bêtir pêş dixe. Di serdema sîstema rejîmê de bi taybet jî jinê nikaribû reng û rûyê xwe derxin holê. Lê niha jin bi reng û bi fikrekî azad xwe perwerde û birêxistin dikin."   'Keda mamosteyan pîroz e'   Eyhanê bal kişand ser keda mamosteyan û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Di perwerdeyê de rol û risteya mamosteyan gelek girîng e. Loma em keda hemû mamoste û xwendekaran pîroz dikin, serkeftinê ji wan re dixwazin. Bi taybet mamosteyên jin ji bo pêşketin û perwerdeya civakê kedek giranbiha didin. Divê em xwedî li keda jinê derkevin da ku em çavkaniya civakê ya pêşketin û ronahiyê biparêzin. Her wiha ji bo parastina çand, huner û dîrokê perwerde pêwist e. Li Peymangehan jî li ser esasên parastina nirxên civakî û nasnameya gel perwerde tê dayin. Ji bo nifşên nû bên perwerdekirin û rê li ber civakek azad û zana bê vekirin xebatên li peymangehan didomin."