Ji Turkan Elçî peyama 1'ê Îlonê 2018-09-01 17:05:22   NAVENDA NÛÇEYAN -Turkan Elçî di peyama xwe ya ku bi minasebeta 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê weşnad de got;"Bi hêviya Tirkiyeyek ku kuştin û mirin lê pîroz neyê dîtin Roja Aştiyê ya Cîhanê pîroz be."   Hevjîna Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê ku di 28'ê Mijdara 2015'an de bi awayekî hovane hat qetilkirin Turkan Elçî, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî Twîtterê peyamek parve kir. Turkan di peyama xwe de wiha got; "Bi hêviya Tirkiyeyek ku mirin û kuştin lê pîroz neyê dîtin, ji miriyan leheng neyên afrandin, kesên ku wekî hev nefikirin ji dervê civakê neyên hiştin û bi hêviya ku em li Tirkiyeyek wekhevî lê tê parastin bijîn, 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê pîroz be."