3'emin Kongreya Parêzerên Herêma Cizîrê dest pê kir 2018-09-01 14:06:44   GIRKÊLEGÊ - 3'emîn Kongreya Parêzerên Herêma Cizîrê ku ji bo avakirina yekitiya parêzeran tê lidarxistin  bi dirûşma " Parastina destkeftî û nirxên civakî misogeriya avakirina Sûriya Demokratîk e" hat destpêkirin.   Li bajarokê Rimêlan ê girêdayî navçeya Girkêlegê li Sandîkeya Kedkaran 3'emin Kongreya Parêzerên  herêma Cizîrê bi dirûşma" Parestina destkeftî û nirxên civakî misogeriya avakirina Sûriye demokratîk e" ku ji bo Yekitiya parêzeran tê lidarxisitn hat despêkirin.  Di kongreya hat lidarxistin de 200 delegeyên ku di nav wande 40 kesên  ji herêmên wekî Tebqa, Reqa, Minbic Herêm Firatê tevli bûn hat destpêkirin. Piştî  deqeyek rêzgirtin axvtin hatin kirin.    Li ser navê  Meclisa Sûriya Demokratîk Ilham Ehemd  axivî  û wiha got: " Hiqoq yek ji gavên  ku vê civakê pêş dixe ye.  Di vê pêvajoyê de bûyerên ku  di qewimin û pêkanînên dijmirovî yên li ser gelan  binpêkirina mafên gelan bi xwe re tîne.   Çi êrîş be , komkojî , koçberî be doza  me gelan dozeke hiqoqî ye her kesek erka wî  ye ku vî gelî hişyar bike.  Dive kesên  ku mafan nas dikin dîsa vî gelî li hev kombikin.  Ev 7 sal in  Rojava  hat despêkirin.  heta niha şer berdewam e.  Ev yek jî sedemeke wê heye.  Sedem jî zarodariya rejîma Sûriyeyê ye. Ji ber vê jî heta ku em vê rejîmê ji holê rakirin em ê şoreşa xwe berdewam bikin. Heta ku ev aloziya li ser xaka Sûriyeyê bi dawî bibe wê xebata me jî berdewam bike."   Li gorî bernameya kongreyê ku hatiye amde kirin piştî axaftinan wê   perspektîvên hiqoqî werin xwendin û nirxandin bê kirin.  Piştre jî  wê  dîwan ji 5 kesan were hilbijartin. Herî dawî jî wê yekîtiya  parêzerên bakurê Sûriyê û rojhilat were avakirin.  Her wiha dê rapora 2 salan were xwendin û nîqaş li ser were kirin.  Piştî biryarên ku bên dayîn dê Kongre bê bidawîkirin.