Li Ezazê teqîn: Herî kêm 2 kes mirin û gelek kes birîndar bûn 2018-09-01 12:54:00   EZAZ - Li Navçeya Ezazê ya Bakurê Sûriyeyê teqînek pêk hat. Di teqînê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn.    Li gorî agahiyên çavkaniyên herêmî, li navçeya Ezazê ya li Bakurê Sûriyeyê li ber avahiya ewlekariyê teqînek pêk hat. Li gor agahiyên pêşî di teqînê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes birîndar bûn. Di encama teqînê de gelek zerarên maddî jî pêk hat.