Dayikên Şemiyê tevî hemû astengiyan daxuyanî dan 2018-09-01 12:52:16   STENBOL - Dayikên Şemiyê di hefteya 701’an de tevî hemû astengî û dorpêça polîsan hatin Qada Îstiklalê û daxuaniyê didin çapemeniyê. Dayik û beşdaran li cihê ku polîsan bend danî li ser solanê çalakiya rûniştinê pêk anîn.    Dayikên Şemiyê ku her hefte li Qada Galatasarê çalakiya edaletê pêk tînînin û di hefteya 700'enîn de rastî êrişa polîsan hatibûn, îro di hefteya 701'an de tevî hemû astengî û dorpêça polîsan dîsa meşiyan Qada Galatasarayê û li Kolana Îstîklale daxuyanî dan. Dayikên Şemiyê ku ji bo aqûbeta windayan bipirsin û hesap ji kujeran bipirsin, ji 95'an heta niha her şemî li Qada Galatasarayê çalakiyê pêk tînin. Dayik û parazvanên mafên mirovan di saetên serê sibê de li Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê kom bûn û ji wir meşiyan Qada Galatasarayê. Miroven Şemiyê û Xizmên windayan wêneyên windayan bilind kirin û meşiyan. Mirovên Şemiyê pankart û dowîzên xwe amade kirin û ketin rêya Qada Galatasarayê. Mirovên Şemiyê, Berdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît, Parlamenterên HDP'ê Garo Paylan Saruhan Oluç, Erkan Baş, Zuleyha Gulum, Huda Kaya, Serpîl Kemalbay, Murat Çepnî û parlamenterên CHP'ê Ali şeker, Sezgin Tanrıkulu, Serokê GişTî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, kur û hevsera Rojnameger û Gerînendeyê Rojnameya Agosê Hrant Dink ê hatibu qetilkirin Arat û Rakel Dink piştgirî dan dayikan.    Her çend polîsan qad kirin bin ambukayê jî dayik ketin Kolana ÎStîklalê û meşiyan Qada Galatasarayê. Polîsan bi armanca girsê asteng bike bi TOMA û maşîneyên zirxî kolan girt. Li qada Galatasarayê 4 TOMA û 10 maşîneyên zirxî hatin rawestandin. Bi sedan polîsa li qadê rawestiyan. Bazaja Hazzopulo ku hefteyaborî polîsan mudaxaleyî Dayikên Şemiyê kir û dayik binçav kirin kepeng girtin. Polîsan pêş pazajê bi bariyeran girtin.    Bi sedan Dayiken Şemiye, Mirovên Şemiyê u parazvanên mafên mirovan ên bi wêne, pankartan ji Kolana Îstîklalê meşiyan Qada Galatasarayê li ber qadê polîsan bi bariyeran rê li pêş dayikan girt. Polîsan kolana ÎStiklalê ya 100 metre nêzî ÎHD'ê bi bariyeran girt û destûr neda meşê. Polîsan diyar kirin ku destûr nadin û xwestin daxuyaniyê li İHD'ê bidin. Pişti dayik rastî astengiyê hatin li ser kolanê çalakiya rûniştinê pêk anîn. Dayikan piştî çalakiya rûniştinê li vir daxuyanî dan. Li ser navê dayikan Xizma windayan Maside Ocak, çîroka Mehmet Ertek ê hat binçavkirin û windakirin xwend.    Piştî daxuyaniyê çalakî bi çepikan bi dawî bû.