Li qada Galatasarayê dorpêça polîsan 2018-09-01 11:49:46   STENBOL - Beriya çalakiya 701'emîn a Dayikên Şemiyê gel û dayik li ber ÎHD'a Stenbolê kom bûn, rêyê ku derdikevin Qada Galatasarayê jî bi bariyerên polîsan, panzer û TOMA'yan hatin dorpêçkirin.   Bi minasebat 701'în a çalakiya Dayikên Şemiyê ku her hefte bi dirûşma "Kujer diyarin winda li ku ne" tê lidarxisin gel Dayikên Şemiyê li ber ÎHD'a stenbolê dicivin. Bi minasebeta çalakiyê Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya, Hevberdevka HDK'ê û parlamentera Mûşê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, Seroka CHP'ê Canan Kaftancioglu, hunermend Canan Tanbay, Ferhat Tunç, Hevberdevkê HPD'ê Saruhan Oluç jî di nav de gelek kes li ber ÎHD'ê civiyan.   Li aliyê din jî hemû rêyên ku derdikevin Kada Galatasarayê bi bariyerên polîsna hatin girtin, hemû riyên ku derdikevin Kolana Îstîklalê jî ji aliyê polîsan ve hatin girtin û li serê kolanan jî TOMA û panzer hatin bicihkirin. Herwiha pasaja Hazzo Pulu jî ku dayik lê kom dibûn ji aliyê polîsan ve hat girtin.   Li bendê ye ku Dayikên Şemiyê saet di 12'00'an de biçin Qada Galatasarayê.