'Komkujiya 10'ê Cotmehê êrîşa li dijî aştiyê bû' 2018-09-01 10:33:41   ENQERE - Parêzer Mehtap Sakinci Coşkun ku di Komkujiya 10'ê Cotmehê de hevjînê wê jiyana xwe ji dest da, diyar kir ku wê rojê kesên hatin qadê li gel daxwaza edaletê aştî jî xwestibûn û got; "Em dizanin ku wê rojê alên aştiyê di nava xwînê de ketin erdê, ji ber vê ev 35 hefte ye ku em têkoşîna vê didin."   1'ê Îlona Roja Aştiyê ya Cîhanê vê salî diyarî 103 kesên ku di êrîşa ji aliyê DAÎŞ'ê de li dijî mîtînga 10'ê Cotmehê ya bi navê "Mîtînga, Ked Aştî û Demokrasiyê" ya li Enqereyê  de jiyana xwe ji dest dan hat kirin.   Parêzer Mehtap Sakinci Coşkun a ku di komkujiyê de hevjînê wê jiyana xwe ji dest da û di heman demê de parêzera dozê ye diyar kir ku ew bi minasebata 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê wekî ku hesên jiyana xwe ji dest dan gotine "daxawaza aştiyê" berdewam dike û bang li hemû kesî kir ku daxwaza aştiyê bikin.   '10'ê Cotmehê êrîşa li dijî aştiyê bû'   Mehtap diyar kir ku ew dizanin ew 103 kesên hatin qetilkirin ji bo çi wê reojê li qadê bûn û ji bo çi hatin qetillirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bi hezaran mirov wê rojê ji bo ku mîtînga aştiyê hebû çûn Gara Enqereyê. Êrîşa ku hat kirin li dijî daxwaza aştiyê hat kirin."   'Ji o aştiyê divê tiştek bê kirin'   Mehta di berdewamiyê de anî ziman ku em dizanin ku wê rojê alên aştiyê di xwînê hatin dakirin. Ji ber wê ev 35 me in ku em têkoşîna vê didin.  Mehtabê di dirêjiyê de diyar kir ku divê tenê edalet neyê xwestin, divê ku berxwedana aştiyê jî bê dayîn û ev tişt got: " Em tucarî ji daxwaza aştiyê cuda nefikirîn û me têkoşîn neda.  Me li gelek platforman têkoşîna xwe ya aştiyê berdewam kir .Divê ku êdî xwîna tê rijandin bisekine û ji bo aştiyê xebat bê kirin."   'Ji me wêdetir hêzeke ku biguhere  tune ye'   Mehtap anî ziman ku wan ji ber hêza xwe ji gelê bi rêxistin kirî girtiye ew bi bîr û bawarî tev digerin û  got; "Ji me wêdetir kesekî ku biguhere tune ye. Em di vê ferqê de ne. Vê konjekture em ji her alî ve dorpêç kirin û li dijî aştiyê ketiya rewşa ku şer dixwaze."   'Em hêviya xwe winda nakin'    Mehtabê di dawiya axafitna xwe de got ku ji bo daxwazeke biçûk jî êdî kesek nema dikare derkeve kolanan û wiha dawî li axafitna xwe anî; Em wekî kesên ku her 10'ê mehê li ber Gara Enqereyê daxwaza xwe ya aştiyê dubare dikin û em ê vê daxwaza xwe her biqîrin. Em heviya xwe winda nakin."