'Têkoşîna jinan wê Rêber Apo û Efrînê rizgar bike' 2018-09-01 09:08:45   Lîlav Elî   ŞEHBA - Jinên herêma Efrînê yên ku li Kampa Serdemê ya li Kantona Şehbayê kêlî bi kêlî berxwedana xwe di nav hemû şerd û mercên zehmet de didomînin û ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li ber xwe dide wiha gotin:" Têkoşîna jinan wê Rêber Apo û Efrînê rizgar bike."   Jinên herêma Efrînê yên ku li Kampa Serdemê ya li Kantona Şehbayê kêlî bi kêlî berxwedana xwe di nav hemû şerd û mercên zehmet de didomînin û ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li ber xwe dide wiha gotin:"Heta ku Rêber Apo û Efrîn rizgar nebe xewên şevan ew ê li me heram bin. Em ê têbikoşin û bi ser bikevin."   Jina bi navî Îlfet Elî Berko ya ji gundê Celemê ya girêdayî Navçeya Cindirêsê ye diyar kir ku tevî hemû êrîşên dewleta tirk me li ber xwe da û got:"Em hêza xwe ji rêbaza têkoşîna Rêber Apo digirin. Dewleta tirk a dagirker bi hevkariya dewletên navneteweyî hem Efrîn dagir kir hem jî tecrîda giran a li ser Rêber Apo didomîne. Rêber Apo sembola azadî û têkoşînê ye. Wî xizmet ji aşitî û azadiya cîhanê re kiriye. Loma divê ew azad bibe."   'Ew ê negihêjin armanca xwe'   Xalîde Muhemed a ji gundê Hecxelîl a girêdayî navçeya Reco ye wiha got: " Heta dilopa xwînê di canê me de hebe em ê berxwedana xwe dewam bikin, îradeya me ya xurt dê nikaribin bişkînin. Ew ê bi lîstikên xwe yên qirêj ên ku bi salan e li ser Kurdan dilîzin negihêjin armanca xwe."   'Têkoşîna jinan wê Rêber Apo û Efrînê rizgar bike'   Dayika Berxwedêr Piling, Fatma Salêh diyar kir ku hêzên dagirker ji fikrên azad ên Abdullah Ocalan ditirsin û got:"Rast e em ji cih û warê xwe bûn û kezeba me şewitî lê dîsa em berxwedana xwe dewam dikin. Heta dawiyê em ê tekoşîna xwe dewam bikin û ji ber ku baweriya me bi şervanên YPG-YPJ'ê heye em ê di demek nêz de vegerin Efrînê û Rêberê xwe yê ku bi salan e têkoşîna aştî û azadiyê dide rizgar bikin. Em ê hemû jin bi îradeya xwe ya xurt dev ji têkoşîna xwe bernedin. Têkoşîna jinan wê Rêber Apo û Efrînê rizgar bike."