Li dijî tecrîdê divê em berxwedana jinê geş bikin' 2018-09-01 09:03:32   AMED - Hevberdevka Delegeyan a KCD’ê Zelal Bîlgîn bi lêv kir ku tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan,êrîşek li hemberî destkeftiyên jinan e û got: “Ji ber vê divê em zêdetir xwedî li têkoşîna azadiya jinê derkevin.”   Hevberdevka Delgeyên KCD’ê Zelal Bîlgîn destnîşan kir ku tecrîd wê encamên ku hemû gel jê bi bandor bibin derxîne holê û wiha got: “Tecrîd pêşî li qirkirinê vedike, polîtîkayên şer û talanê xurtir dike. Ji ber vê em nikarin tecrîdê tenê wekî ku li ser gelê Kurd tê meşandin binirxînin. Ev bandorê li ser hemû gelên Rojhilata Navîn dike.”   ‘Tecrîdê sînorên Îmraliyê derbas kir'   Zelalê daxuyakirin ku tecrîd ji aliyê dewletan ve wek alava îşkencê li hemberî gelan tê bikaranîn û ev tişt anî ziman: “Tecrîda giran a li Îmraliyê li ser hemû hevalên me yên zindanê û li ser gelan tê bikaranîn. Îro bi sedan girtiyên siyasî yên nexweş rastî binpêkirina mfan tên û şîdet bi awayekî sîstematîk li girtîgehan tê meşandin. Tecrîda li Îmraliyê li hemberî hemû gelan û zindanan tê ferzkirin.”   ‘Rakirina tecrîdê wê rizgariya gelan be’   Zelalê her wiha bi lêv kir ku rakirina tecrîda li Îmraliyê wê xilasiya hemû gelan be û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rakirina tecrîdê wê wateya kaosa li Rojhilata Navîn, bidawîbûna polîtîkayên şer û ji nû ve sererastbûna Rojhilata Navîn be.”   ‘Zêdetir têkoşîna azadiya jinê’   Zelalê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dixwazin destkeftiyên jinan şûnde bixînin û jinan bikin bin zextan. Em jin heta tecrîd rabe em ê têbikoşin. Em vê baş dizanin. Divê em jin têkoşîna azadiya xwe bilind bikin. Divê em li dijî tecrîda li Îmraliyê bisekinin. Divê em li dijî tecrîdê zêdetir xwedî li têkoşîna azadiyê derkevin.