Fatma Kurtulan: Di 1'ê Îlonê de li dijî şer aştiyê bixwazin 2018-08-31 16:31:30   AMED – Wekîla Serokên Koma HDP’ê Fatma Kurtulan banga beşdariya mitînga 1’ê Îlonê ya li Qada Îstasyona Amedê kir û got: “Di 1'ê Îlonê de li dijî şer astiyê bixwazin.”    Rêxistina HDP’ê ya Amedê têkildarî mitînga 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ya dê sibê li Qada Îstasyonê ya Amedê bê pêk bê li ber Plazaya AZC’ê ya li Semta Ofîsa Amedê daxuyaniya çapemeniyê da. Wekîla Serokên Koma HDP’ê Fatma Kurtulan, parlamenterên HDP’ê yên bajarên herêmê, Alîkara Hevserokên DBP’ê Hacer Ozdemîr, Serokê Partiya Azadî û Sosyalîzmê Sînan Çîftyurek, rêveberên HDP, DBP, ESP, OSP û nûnerên saziyên civakî yên sivîl beşdarî daxuyaniyê bûn.    Di daxuyaniyê de  Wekîla Serokên Koma HDP’ê Fatma Kurtulan axivî û bal kişand ser şerê li herêmê û Rojhilata Navîn û got: “Sedema bingehîn a van qewimandinên neyînî polîtîkayên şer in.”    Fatma destnîşan kir ku damarê jiyanê yên Tirkiyeyê xetimîne û wiha dewam kir: “Ev rewş encama ne çareserkirina pirsgirêka kurd e ya bi rêyên demokratîk nayê çareserkirin. Li ser birêz Ocalan tecrîdek giran heye. Lazim e dawî li vê pêkanîna tecrîdkirinê were. Daxwazên mirovî jî bi şeklek kêfî tê qedexekirin. 3 sal e brêz Ocalan tê tecrîdkirin. Divê demildest tecrîdkirin bê rakirin. Bi tecrîdkirina Ocalan aştiya Tirkiyeyê tê tecrîdkirin.”    'Em ê aştiyê biqîrin'    Fatma bal kişand ser girîngiya mitînga li Amedê û wiha got: “Sibê dê Amedî deriyên mala xwe mifte bikin û biherikin qada mitîngê. Li vir em ê li dijî tecrîd, krîza aborî û şer dengê xwe bilind bikin. Bila tecrîd winda bike, azadî û edalet bi ser bikeve. Bijî 1’ê Îlonê.”    Piştî axaftinan parlamenter û yên bi wan re di çarçoveya xebatên mitîngê de tevahiya rojê li nav esnaf û welatiyan geriyan, belavok belav kirin û gel vexwendin mitîngê.