Li Dersimê li 31 herêman qedexe hat îlankirin 2018-08-31 14:48:15   DERSIM – Walîtiya Dersimê li 31 herêmên bajêr bi dema 15 rojan di bin navê “Herêma Ewlehiya Taybet” de qedexe îlan kir.   Walîtiya Dersimê li 31 herêmên girêdayî navenda Dersimê, navçeyên Pulur, Pilemûriye, Xozat û Qisle “Herêma Ewlehiya Taybet” îlan kir û herêman li çûnehatê qedexe kir. Hat zanîn ku qedexe ji 1’ê îlonê dest pê dike heta 15’ê îlonê dê bidome û di bin navê operasyonên eskerî de herêm hatiye qedexekirin.