ROJEVA 27'Ê TEBAXA 2018'AN 2018-08-27 09:00:00   *Jinên kedkar ên Dirûnxaneya Jinê ya Dêrikê diyar kirin ku ji bo aboriyek xurt, civakek pêşketî keda jinê girîng e û got:"Keda jinê wekî ronahiya çavan bi qîmet e." DÎMEN HEYE   *Keşîşxaneya St. Thomas a li Gevaş a Wanê ye, ji aliyê neçîrvanên xezîneyê ve hat talankirin. Niha jî wek axur tê bikaranîn.DÎMEN HEYE   *Dewleta tirk bi polîtîkayên xwe û bi hemû hêza xwe bi salan e ku dixwaze gelê Kurd ê xwedî dîrokek kevnar tune bike. Loma bi salan e ku gelê Kurd bi êrîş û komkujiyên mezin rû bi rû dimînin. Dewleta tirk di hemû plan û hevpeymanên xwe de di serî de gelê Kurd dike hedef. Di nava vê hedefgirtinê de jin bêtir tên çewisandin. Îktîdara heyî her dem bi gotina demokratîkbûyin û mirovheziyê gel dixapînin û li ser keda gelê Kurd rûdinên. Bi sîstema yekperest û zihniyeta baviksalarî mafên hemû gelan tên desteserkirin. JI PÊNÛSA JINAN   *Xizmên windayan bertek nîşanî êrîşa polîsan a li hemberî çalakiya 700’î a Dayikên Şemiyê da û gotin: “Ma gelo pirsîna hesabê ji kesên xizmên we windakirin sûc e? Hiqûq, edelet, wijdan li ku derê vê ye?” BI DÎMEN   *Karîkatorîst Asli Alpar ku bi xêzên xwe li dijî serdestiya mêr serî hilda, wiha got: “Pêşdaraza ‘jinên xêzker nikarin henekan bikin’ he ye. Bêguman rastî ne ev e. Ji bo feraseta qerfê ya civakê biguhere divê têkoşîn bê dayîn.”   *Parlamentera HDP’ê ya Amedê Salîha Aydenîz, diyar kir ku ji bo jin di dema nû de di merciyên gotin, raye û biryarê de cih bigirin wê li meclîsê xebatan bimeşînin û got wê hewcedariya xizmeta bi zimanê dayikê jî bibin meclîsê.