Di hefteya 700'emîn a çalakiya Dayikên Şemiyê de êrîş: Gelek kes hatin binçavkirin 2018-08-25 11:17:38   STENBOL - Polîsan destûr nedan ku Dayikên Şemiyê di hefteya 700'emîn de çalakiya xwe pêk bînin. Polîsan diyar kirin ku Wezareta Karên Hundir çalakî qedexe kiriye û mudaxaleyî endam û rêveberên ÎHD'ê yên ku xwestin têkevin qadê kirin. Polîsan di mudaxaleya rêveberên ÎHD'ê û Dayikên Şemiyê de gelek kes binçav kirin.    Dayikên Şemiyê ku ji bo aqûbeta windayan bipirsin û kujer bên darizandin di hefteya 700'î de li Qada Galatasarayê kom bûn, rastî mudaxaleya polîsan hatin. Xizmên windayan ji bo amadekariya hefteya 700'î de li Komeleya Mafên Mirovan a Stenbolê kom bûn. Mirovên Şemiyê qurnefilên Sor xistin destê xwe û tîşortên li ser "Dayikên Şemiyê" nivîsandine li xwe kirin. Girseya ku li ÎHD'ê kom bûn piştî karbejiyê bi pankart, dowîz û wêneyan meşiyan Qada Galatasarayê. Lê polîsên ku li pêş komê bend ava kirin û dora qadê girtin, destûr nedan ku Mirovên Aştiyê têkevin qadê. Navenda Çanda Yapi Krêdî ya li Qadê jî ji aliyê polîsan ve hat girtin. Destûr nedan ku rojnameger wêneyan bikişînin. Piştre polîsan destûr nedan ku kes têkevin qadê. Polîsan diyar kirin ku Wezareta Karên Dundir çalakî qedexe kiriye û dê destûr nedin. Lê koma di nav de Mirovên Şemiyê û ÎHD'ê hene dema xwetin têkevin qadê polîsan mudaxele kir. Polîsan di mudaxaleyê de gelek kes binçav kirin.   Gelek kes hatin binçavkirin   Herwiha ji Biyanetê jî Beyza Kural bi şîdet û  bi tacîza polîsna re rûbirû hat hiştin û hat binçavkirin, li aliyê din jî  gelek kesên din hatin derbkirin û hatin binçavkirin. Polîsên ku êrîş kirin qurnefîlên ku dayikan anîbûn qadê jî desteser kirin. Xizmên windayan ên ku naxwazin ji qadê derkevin jî bi darê zorê tê xwestin ku bên derkevin. Xizmên windayan jî bi dirûşmên "Bimire Faşîzim" û "Em kujeran nas dikin" bertek nîşanî polîsan dan.   Rojnamegerên ku xwestin dîmen li qadê bikişînin jî ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin.   https://www.youtube.com/watch?v=k-d3pXzNqFk&feature=youtu.be