Ji doktor ji bo nexweşa ku Tirkî nizanî: Tu neçarî bizanî 2018-08-24 09:07:35   ŞIRNEX - Hat îdiakirin ku Pispora Welîdîna Jinan a li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê G.D ji bo nexweşa ku tirkî nizanibû ye bi gotina ‘Çawa tu tirkî nizanî, tu neçarî bizanî’ heqeret kiriye.   Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê ku her tim bi kêmasiya alavên teknîkî û personel tê rojevê, derket holê ku Pispora Welîdîna Jinan G.D jî bi gotinan heqeretê li nexweşên ku Tirkî nizanin dike.   Neçare Tirkî bizane!   Jina ku rastî heqeretê hat û nexwest navê xwe bide tiştên jiya vegot. Jina ku nexwest navê xwe bide wiha got: “Dayika min Kurdî dizane. Ji ber tirkî nizanibû min xwest ez pê re bikevim hundir. Çawa doktor ev bihîst hêrs bû. Got ‘çawa tirkî nizane, neçare bizane.”   Ji bo baş bibin diçin lê rastî heqeretan tên   Di berdewamiyê de wiha got: “Jina li cem doktor dixebitî Kurdî axivî. Lê doktor bi wê jî xeyîdî û ji odeyê derxist. Digotin bûyerên wisa tên jiyîn lê min cara yekem dît. Gelo hîna li çend jinan wisa kiriye. Hîna jî dikin. Mirov ji bo başbûnê diçin wir lê rastî heqeretan tên.”   Hat îdiakirin ku doktor li nasnameyên jinan dinêrin û li gorî cihên ku jin lê hatine dinê nexweşan dikin rêzê û bi taybet ên li bajarên Tirk hatine dinê ewilî digirin hundir.