Mînakek dostaniya ajalan: Germahiya rengê çavên Lîloyê 2018-08-24 09:04:18   MEXMÛR - Li gelek cihên cîhanê li dijî ajalan zext, îşkence, îstismarkirin pêk tê û ajal ji mafên xwe yên jiyanê bêpar tên hiştin. Lê li Mexmûrê berovajî vê yekê mînakên ku dostaniya di navbera ajal û mirovan de radixîne pêş çavan hene. Yek ji van mînakana ew e ku xwedî taybetmendiyek mezin e. Çîroka pisîka bi navê Lîloyê ji bo parastina mafên ajalan hêjayî gotinê ye.    Pisîka bi navê Lîloyê bi salan e ku bi germahiya rengê çavên xwe nûnertiya dostaniya di navbera mirovan û ajalan dike. Lîloyê xwedî taybetmendî û çîrokek dirêj e. Dema ku li Zozanên Heftenûnê yê Herêma Behdînanê bi cih dibe kes nizane ku ji ku hatiye û bi xwedîderketina li Lîloyê, dostanî û germahiyek mezin derketiye holê. Bi vê yekê li gelek deverên Başûrê Kurdistanê çêlikên wê mezin dibin û belav dibin. Ev deh sal in ku ev çîroka didome.    Pirça Lîloyê spî, dûz û dirêj e. Deh sal in ku dijî û çêlikên wê li gelek cihên Başûrê Kurdistanê belav bûye. Yek ji çêlika Lîloyê li Kampa Penaberan ya Mexmûrê (Kampa Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî) dijî û wekî Lîloyê xwedî taybetmendiyên girîng e. Wê navê xwe ji diya xwe girtiye.    Lîloyê çêlikên mirîşka naxwe, bi wan re dilîze   Lîloya ku hînî gelek tiştan bûye bi taybetmendiyên xwe yên cuda bala mirovan dikşîne. Ew çêlikên mirîşka naxwe bi wan re dilîze. Ji ber ku cihê xwarina wê cuda ye, tu carî nêzî cihê xwarinê nabe. Ew xwarina xwe li cihê xwe dixwe û bêyî ku kes xwarinê bidê nêzî xwarinê nabe. Rengê çavên wê gelek xweşik e. Loma bi rengên çavên xwe balê dikişîne û germahiya pira hezkirinê bi vî rengî ava dike.    Lîloyê talûkeyê ji berê de hês dike   Berî ku balafirên şer biçe ser herêmê Lîloyê vê yekê hês dike û bi tevgerên xwe hişyariyekê ava dike. Dema ku mijara çîroka Lîloyê tê vegotin bi saetan didome û mirov bêyî ku aciz bibe heta dawiyê guhdar dike. Lîloyê û çêlikên xwe li herêmên ku dimîne, bi çîrok û tevgera xwe hezkirinek mezin ava kiriye û bûye wekî pira dostaniya di navbera ajal û mirovan.