Çekdarbûyina takekesî: 2 jin hatin qetilkirin, 3 jin birîndar bûn 2018-08-23 13:19:17   SAMSUN - Li Navçeya Çarşambayê di encama çekdarbûyina takekesî de 2 jin hatin qetilkirin, 3 jin birîndar ketin. Mêrê bi navê A.U yê ku êrîş pêk anî jî hîn nehatiye girtin.    Li Navçeya Çarşambayê ya Samsûnê di mîhrîcanek ku li ber dibistanê pêk dihat de di encama çekdarbûyina takekesî, êrîş pêk hat û Turkan Guneştaş û bûka wê Ayşegul Guneştaş li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dan. Huriyet Guneştaş, Nurcan Bulbul, Yeter Tughan jî birîndar bûn.    Yên birîndar di destpêkê de birin Nexweşxaneya Dewletê ya Çarşambayê û piştre sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ay Samsunê hatin kirin.    Mêrê ku êrîş pêk anî ji cihê bûyerê reviya. Cenazeyê jinên ku jiyana xwe ji dest dan birin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Çarşambayê.