Jina ku du parçeyên Kurdistanê gihandiye hevdu: Emîra Er 2018-08-23 09:04:57   Rojda Aydin   MÊRDÎN - Jina têkoşer û berxwedêr Emîra Er ji temenê xwe yê biçûk heta niha di nav xebatên siyasetê de cih girtiye. Emîra ya ku bi zewaca xwe Rojava û Bakur gihandiye hev wiha got: “Dibe ku zewac tiştekî biçûk be. Lê di vir de ne zewac, di vir de ax, welat û gel digihîjin hevdu.”   Emîra Er, jinek têkoşer û berxwedêr e. Emîra ji gundê Çetelê yê Dirbesê yê Rojava ye. Çawa ku li Tirkiyeyê ji bo xwendina zarokên keç her dem astengî heye, li Rojava jî di dema zarokatiya Emîra de ew jî bi astengiyên mezin rû bi rû maye. Emîrayê li hember vê biryarê serî rakiriye û dibistan xwendiye. Emîrayê heta lîseyê dibistan xwendiye. Di heman demê de di temenê xwe yê 17 salî de di nav xebatên siyasetê de jî cihê xwe girtiye. Bi taybetî jî di nav gelek xebatên jinê de cihê xwe girtiye. Emîrayê dema 20 salî bûye hatiye Dirbesiyê û li wir zewiciye. Berdewamiya çîrokê Emîra tîne.   ‘Me xwest ku em du parçeyên Kurdistanê yên ji hevdu qetiyaye bigihînin hevdu’   Emîrayê, anî ziman ku sedema zewecan ew bûye ku Rojava û Bakur bigihînin hevdu û wiha berdewam dike: “Me xwest ku em du parçeyên Kurdistanê yên ji hevdû qetiyaye bigihînin hevdu. Dibe ku zewac tiştekî biçûk be. Lê di vir de ne zewac, di vir de ax, welat û gel digihîjin hevdu.  Lewra jî piştî ku ez zewicîm hatim gundê Girê Sora navçeya Derîka Mêrdînê û ev 22 sal in ez li vir im. Niha 5 zarokên min hene. Piştî ku ez hatim vê derê min dît ku ziman ew ziman e, gel ew gel e. Li vir kevneşopî hemû wek hevdûne. Lewra jî min li vir zêde xerîbî nekişand.”   ‘Piştî ez hatim vir min di nav xebatên siyasetê de cihê xwe girt’   Emîrayê, di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku piştî ew hatiye Mêrdînê nexwestiye ku dev ji xebata siyasetê berde û ev tişt got: “Piştî ez hatim vir di nav xebatên siyasetê de min cihê xwe girt. Çimkî min dixwest li vir jî ji her aliyê ve xizmetê ji bo gelê xwe bikim. Ji bo mirov xwe bigihîne armanca xwe divê mirov gavên baş biavêje û min jî ji bo azadiyê li vir gavên xwe avêt. Ji bo armanca xwe divê têbikoşim. Ez dixwazim ku gelê me ji kuştin, komkujî,  girtin û  binçavkirinê xilas bibe. Gelê me jî azadî û wekheviyê dixwaze û dixwazin ku wek gelên dinê bijî. Îro zarokên welatên cuda di parqan de dilêyzin, zarokên me kurdan jî di bin bombebaranan de ne. Êdî mafê gelê me yê Kurd e ku bi rehetî bijîn. Lewra jî ez fikirîm ku dikarim rêyek welatparêziyê bimeşînim û di hilbijartina 24’ê hezîranê de bûm bernamzet. Lê ez nehatim hilbijartin. Dibe ku ez nehatibim hilbijartin û nayê wê wateyê ku dev ji xebata siyasetê berdim. Ez ê ji her alî ve ji bo gelê xwe xebatê bimeşînim. Niha li pêşiya me Hilbijartina Herêmî heye. Ji bo xebatên hilbijartinê ez dîsa amade me.”   ‘Kurmancî zimanê dayika me ye’   Emîrayê ji bo ji pirsgirêkên gelê kurd re çareseriyê bibîne fêrî 4 zimanan bûye û wiha got: “Beriya 22 salan ez li Rojava bi tenê zimanê kurdî diaxivîm. Piştî ku ez hatim vê derê hêdî hêdî fêrî zimanê tirkî bûm. Li vî welatê zimanê kurdî wek zimanekî qedexe û tune tê dîtin. Lê min tu carî dev ji zimanê Kurdî berneda. Ez niha 4 zimanan dizanim. Ez zimanên kurdî, erebî, tirkî û îngilîzî dizanim. Ez dixwazim ku fêrî zimanên dinê jî bibim. Ji ber ku mirov çiqas fêrî zimanan bibe ew qas baş e. Ez bi van zimanan hemû pirsgirêkên gelê kurd tînim ziman. Lê zimanê kurdî ji hemû zimanên dinê baştir e. Ji ber ku hemû jiyana me bi zimanê Kurdî ye. Kurmancî zimanê dayika me ye.”     ‘Siyaset ji bo min parçeyek jiyanê  ye’   Emîrayê, got ku çawa pêdîviya mirov bi nan û avê heye, siyaset jî heman tişt e û ev tişt anî ziman:  “Pêdiviya me bi siyasetê heye. Divê bi taybet jin di vî warî de çalak bin. Ji ber ku mêr tim bi çavekî kêm li jinê dinêre û di bin siya xwe de dihêle, ji bo jin siyasetê neke jî dibe asteng. Loma divê em her dem berxwe bidin. Sedema xebata min jin in. Ez dixwazim hemû pirsgirêkên wan û tunehesibandina wan derxim holê û çareseriyekê jê re bibînin. Em jin bersivê bi têkoşîn û xebata xwe bidin pirsgirêkên jinan û gelan. Siyaset ji bo min parçeyek jiyanê  ye. Ji ber ku ger siyaset nebe wê demê pirsgirêk jî naqedin. Di van rojên zor û zehmet de divê em dest  bidin hev û çareseriyê ji pirsgirêkna re bibînin. Azadî û aştî mafê her kesî ye. Gelê me li vî welatî tên pelçiqandin. Divê hemû kes vî barî bigire ser milên xwe û li dijî zilmê berxwe bide. Îro ne dema rûniştandinê ye.”   ‘Em welatekî azad, wekhev û paqij dixwazin’   Emîrayê, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em dixwazin ku êdî azadî û aştî çê bibe. Em şer naxwazin. Em li dijî hovîtî û dîkdatoriyê ne. Em welatekî azad, wekhev û paqij dixwazin. Em ê dev ji vê xebata xwe û têkoşîna xwe bernedin. Çi ji me bê em ê bikin. Divê em hemû piştgiriyê bidin hev û li dijî zilm û zordestiyê berxwe bidin.”