ROJEVA 23'Ê TEBAXA 2018'AN 2018-08-23 09:00:00   *Li Tirkiyeyê di her qadên jiyanê de binpêkirina mafên mirovan zêde dibe. Derbarê binpêkirina mafên mirovan de rêvebira  Şaxa Komeleya Mafê mirovan a Geverê Seyran Aslan nirxandin kir. DÎMEN HEYE   *Jina têkoşer û berxwedêr Emîra Er ji temenê xwe yê biçûk heta niha di nav xebatên siyasetê de cih girtiye. Emîra ya ku bi zewaca xwe Rojava û Bakur gihandiye hev wiha got: “Dibe ku zewac tiştekî biçûk be. Lê di vir de ne zewac, di vir de ax, welat û gel digihîjin hevdu.”DÎMEN HEYE   *Jina bi navê Fatima Alyezîdî ku bi saya hêzên QSD'ê ji zilma çeteyên DAÎŞ'ê rizgar bû dibêje ku ew dixwaze hemû jin jiyanek azad bijîn û li dijî zordestiyê piştgiriyê bidin hev.   *Di 4-12’ê Îlona 2015’an de li Cizîrê di qexedeya derketina derve ya hat îlankirin de Muhammed Tahîr Yaramiş ê 35 rojî jiyana xwe ji dest da û di çarçoveya lêpirsîna hatibû destpêkirin de biryara ‘hewce bi lêkolînê tune ye’ hat dayîn û piştî vê serî li DDB’ê hat dayîn.   *Nivîskara pirtûka bi navê ‘Grevek jinê’ Feryal Saygiligîl, bal kişand ser têkoşînên sendîkal û berxwedana Flormarê û wiha got: “Gelek tiştên em ji Greva Novamed û Flormarê hîn bibin hene. Tiştê bê kirin divê em li cem hev cih bigirin. Gelek tiştên em ji hev hîn bibin hene.”   *Keça Fehmî Tosun ê di 1995’an de li Stenbolê hat windakirin, Besna Tosun got têkoşîna bi salan didin ne têkoşîna ku gorê bibîne ye û wiha got: “Ez hîna nikarim hevoka ‘bila hestiyên wî bên dîtin bes e’ vebêjim. Ma em gorê bibînin wê her tişt biqede? Na. Daxwaza me ya Dayikên Şemiyê ev e ku ‘windayên binçavan êdî neyên jiyîn’. Dayik ji bo hinekên din winda nebin derketin van qadan.”DÎMEN HEYE   *Sila Sena Ertaş a ku belgefilman dikişîne alternatîfa wekî Şana Yaşam Koyu ava kir. Ev alternatîf di navbera mirovan û xwezayê de wekî pirekê ye. Dê çalakiya Şanayê ya duyem mihrîcana gund îro dest pê bike.