Dîlek Adsan li Êlihê hat definkirin 2018-08-22 11:32:09     ÊLIH - Cenazeyê Endama Dîvana Hevserokatiya KCD’ê Dîlek Adsan a li nexweşxaneya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da, hat definkirin. Berdevka TJA Gulcîhna Şîmşek, di merasîma cenazeyê de, diyar kir ku ew ê xwedî têkoşîna wê derbikevin.   Cenazeyê Hevseroka Şaxa Egîtîm Sena Amedê û Endama Dîwana Hevserokatiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Dîlek Adsan ku xwîn çû ser mejiye wê û li Nexweşxaneya Zanîngeha Gazî ya Enqereyê jiyana xwe ji dest da, li Êlihê hat definkirin. Di ketina Tesîsîn Bardakçilar a Êlihê de konvoya  cenazeyê Dîlekê hat pêşwazîkirin. Merasîma cenazeyê Dîlekê ya hat xwestin li Şaxa Egîtîm Sena Êlihê bê lidarxistin, ji aliyê Walîtiya Êlihê ve bi îdîaya “Şev e, dê pirsgirêkên ewlekariyê derbikevin” hat astengkirin. Li ser vê yekê merasîma cenazeyê Dîlekê li Goristana Taxa Korîk di saetên derengiya şevê de pêk hat. Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran, Mehmet Ruştu Tîryakî, Dersîm Dag, Gulîstan Kiliç Koçyigit, Necdet Îpekyuz, Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Gulcîhan Şîmşek, Endamên MYK KESK’ê, Egîtîm Senê, SES, Sendîkaya Petrol- Îş, Genel-Îş û gelek welatî beşdarî merasîmê bûn. Cenazeyê Adsan piştî nimêja cenazeyê ya li Goristana Asrînê, li Goristina Taxa Korik hat definkirin.     Berdevka TJA’yê Gulcîhan Şîmşek di merasîmê de axaftinek kurt kir û wiha got: “Dîlekê di têkoşîna azadiya civakî de rola pêşengtiyê girtibû ser milê xwe. Em hevala xwe ber bi koça dawî ve dişînin. Ew şehîda me ye. Hevala me Dîlek tim digot ‘azadiya civakê azadiya jinê ye.’ Em ê wê tu carî ji bîr nekin û em ê xwedî li têkoşîna wê derbikevin.     Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk jî, di merasîmê de axivî û wiha bilêv kir: “Ji bo gelê xwe têkoşin dayîn pir girîng e. Ger mirov tenê ji bo xwe bijîn, tu feydeyê ne dide xwe û ne jî dide gelê xwe. Me hevala xwe Dîlek di demek zû de winda kir. Lê ew pir tije bû û ji bo gelê xwe dijiya. Em ê heya dawiya xwedî têkoşîna wê derbikevin û berdewam bikin. Em ê wê bi têkoşîn û kenê wê tim bibîr bînin.”    Jinan piştî merasîmê, qûrnefîl danîn ser gora Dîlekê.