'Em ji Dayikên Şemiyê hînî hêviyê bûn' 2018-08-22 09:07:55   STENBOL - Dayikên Şemiyê 700 roj in ku li edaletê digerin. Xwişka Hayrettin Eren ê ku 38 sal in windayî ye got:"Em hêviyê ji Dayikên Şemiyê hîn bûn û ev hêvî her ku diçe mezin dibe."   Dayikên Şemiyê li dijî qirkirin, tunekirin û windakirinê ev 23 sal in ku têdikoşin. Wêneyê Hayrettin Eren ê 26 salî jî her hefte li Qada Galatasarayê tê hilgirtin. Ev 38 sal in ku tu agahî ji Hayrettin nayê girtin. Hayrettin piştî darbeya 12'ê Îlonê di 21'ê Mijdara 1980'an de hat binçavkirin û careke din agahî jê nehat girtin. Malbata wî ev 38 sal in ji bo agahiyekê jê bigirin têdikoşin. Xwişka Hayrettin, Ikbal Eren anî ziman ku ji bo dîtina Hayrettin wan tu carî hêviya xwe winda nekirine.   Emniyetê înkar kir   Ji ber ku lêgerîna Hayrettin hebû û hat binçavkirin. Însanên ku dihatin binçavkirin dibirin Emniyeta Gayrettepeya Stenbolê û piştre jî dibirin girtîgeha leşkerî. Malbata Hayrettin diçin Qereqola Karagumrukê ya ku Hayrettin birinê. Yên li Qereqolê ji wan re dibêje Hayrettin birine emniyetê. Lê emniyet vê yekê înkar dike. Piştî vê bûyerê malbata Hayrettin dikeve nava têkoşîna lêgerînê.    'Me hêviya xwe winda nekiriye'   Ikbal Eren anî ziman ku birayê jê hem bûye bira hem bûye heval û got:"Me tu carî ev yek qebûl nekir. Me hêviya xwe winda nekiriye. Em bi hêviya ku rojekê em ê Hayrettin bibîne dijîn. Birayê min mirovekî humanîst bû. Gelek wêneyên xweş xêz dikir. Gelek xweş li gîtar û flutê dixist. Gelekî xweş dans jî dikir. Bi min re dans dikir. Em her dem bi hev re diçûn sînemayê. Ez gelekî bêriya wî dikim. Ev 23 sal in ku wekî Dayikên Şemiyê em têdikoşin. Heta ku em windayên xwe bibînin em ê têbikoşin."