ROJEVA 22'Ê TEBAXA 2018'AN 2018-08-22 09:00:00   *Li Rojhilata Navîn, li Tirkiye û Îranê krîza aborî zêde dibe. Li Îranê dovîz û li Tirkiyeyê jî Dolar bilind dibe. Jina bi navê Pervinde Huseyin a ku bi bazirganiya sînorî debara xwe dike, diyar kir ku sedemên krîza Rojhilata Navîn şer  û zordestiya dewletan e. DÎMEN HEYE   *Endama Diplomasiya TEV-DEM'ê ya Kantona Şehbayê Cîhan Muhemed di derbarê rola jinê ya di  dîplomasiyê de da zanîn ku di nava şerê ku 7 sale didome jinan ji bo xwe bi rêxistin bikin û şoreşê pêk bînin kedek mezin dan û di warê têkiliyên diplomasiyê de rolek girîng lîstin.   *Malbatên Şehîdên Herêma Efrînê yên ku li Kantona Şehbayê bi cih bûne bi boneya Cejna Qurbanê axivîn û peyama şopandina doza şehîdên xwe dan.     *Gelê Dersimê yê ku 17 roj in daristanên ku dişewite bi destên xwe hewl didin vemirînin bang kirin û gotin:"Bajarê dîrokî, bajarê xwedî çand û xwezayek mezin tê şewitandin. Divê hemû kes li vî bajarî xwedî derkevin." DÎMEN HEYE   *Dayikên Şemiyê 700 roj in ku li edaletê digerin. Xwişka Hayrettin Eren ê ku 38 sal in windayî ye got:"Em hêviyê ji Dayikên Şemiyê hîn bûn û ev hêvî her ku diçe mezin dibe."DÎMEN HEYE   *Şaredariya Sûrê ya ku qayyim hat tayînkirin, pirsgirêka çopê çareser nake. Navçeya dîrokî ji ber bêhna genî gel bêzar dike. DÎMEN HEYE   *Jina bi navê Delal Hasran a ku dayika 5 zarokan e beriya 7 salan ji ber êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê koçberî Mêrdînê kirine. Delalê, diyar kir ku ew her roj bi xeyalê ku ew ê rojekê vegerin welatê xwe dijî.  DÎMEN HEYE