Endama KCD'ê Dîlek Adsan jiyana xwe ji dest da 2018-08-21 15:42:03   AMED - Hevseroka Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Amedê û Endama Dîwana Hevserokatiyê ya KCD'ê Dîlek Adsan ku xwîn çû ser mejiyê wê jiyana xwe ji dest da.    Hevseroka Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Amedê û Endama Dîwana Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Dilek Adsan ku xwîn çû ser mejiye wê û rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Gazî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Amedê li ser hesabê medya civakî daxuyanî da û  ji malbata wê û hemû hevalên wê yên têkoşînê re sersaxî xwest. Şaxa Egîtim Senê diyar kirin ku dê wê ji bîr nekin.