Li Kobanê navenda Partiya Sûriyeya Pêşerojê hat vekirin 2018-08-21 12:01:41   KOBANÊ - Partiya Sûriyeya Pêşerojê bi armanca avakirina Sûriyeyek Demokrat, li Kobanê navend vekir.    Di bin sîwana Partiya Sûriyeya Pêşrojê li ber Dibistana Şehîd Sîdo bi pîrozbahiyekê navend hat vekirin.    Di vekirina navendê de pankartên "Bê welat mirov ne tiştek e", "Suriyeya Pêşerojê civakê giştî hembêz dike" hat hilgirtin. Hemû nûner û saziyên Kobanê, Girê Spî, Minbic û Sirinê beşdarî vekirinê bûn.    Vekirina navendê bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Paşê li ser navê Hevserokê Partiya Sûriyeya Pêşerojê Ibrahîm Qeftanî, Endamê Partiyê Azad Eloso, Endama Rêveberiya Xweser Bêrîvan Hesen axivîn.     Piştî axaftinan di bin sîwana Partiya Sûrîyeya Pêşerojê Koma Muzîkê ta Zerdeşt stran got.   Paşê jî deriyê navendê ji aliyê dayikên Şehîdan ve hat vekirin.