ROJEVA 21'Ê TEBAXA 2018'AN 2018-08-21 09:00:00   *Çalakiya Dayikên Şemiyê di 25’ê Tebaxê de dikeve hefteya 700’î. Endama Komîsyona Windayan a ÎHD’ê Sebla Arca ku 21 sale bi Dayikên Şemiyê re li qadan cihê xwe digire got: “Li vir înadek jinê heye. Têkoşînek evqas mezin tenê jin dikarin bidin.” DÎMEN HEYE   *Jin kevneşopiya hêrandina genim a bi hezaran salî berê tevî pêşketina teknolojiyê berdewam dikin. Jinên ligel kilaman destaran digerînin, amadekariya zivistanê dikin. DÎMEN HEYE   *Mizgîn Akman a 11 mehan li girtîgeha Jinan a Bakirkoyê ma, binpêkirinên mafan ên hatine jiyîn wiha vegot: “Nexweş terkî mirinê tên kirin. Qada hevpar hat rakirin. Ji bilî malbatê bi kesî re wêne nayê kişandin. Binpêkirin bi jimartinê naqedin.” DÎMEN HEYE   *Endama Lijneya Rêveberiya DTSO û karsaz Nevîn Îl krîza aborî ya tê jiyîn nirxand û wiha bal kişand ser polîtîkayên hikûmetê û got: “Divê ji derve û hundir ve polîtîkayên aştiyê bê şopandin. Mexdûrên ewil ên krîzê jî jin in.” DÎMEN HEYE   *Jina kedkar a bi navê Hiyam Sebirî bi destên xwe mala xwe ava dike û dibêje ku ew ê bi keda xwêdana eniya xwe li ser piyan bimîne. DÎMEN HEYE