Mam Zekî stûna Êzidiyan bû 2018-08-20 15:34:11   Ehlam Hecî/ Nûpelda Têkoşîn   ŞENGAL - Jinên ku hatibûn konê sersaxiya Mam Zekî,  derbare şahadeta Mam Zekî de axîfîn û hevkarên ku destê wan di qetilkirina Mam Zekî de heye şermezar kirin. Her wiha xwedî derketina li doza Mam Zekî kirin.   Jinan der bare erîşên dewleta Tirk a Geliyê Şîlo pêk hatiye axîftin. Jinan li ser erîşa ku hatiye kirin gotin ku: “Roja salvegerê komkujiya Koço da ev erîş pêk anîn. Mam Zekî hatibû dawetkirin, ev xiyanet bi hevkariya pêşmerge ,Ebadi û yen ku di biranînê de cihê girtibun pêk hatiye.”   Jina bi nave Pakîze Celal kone sersaxiyê axîvî û wiha pêde çû:“ Îro ez xêrhatina  mirovên ku tên vê konê dikim. Mam Zekî şexsiyetekî  dilfireh bu, kedkar bu, mamê me bû. Malame, zarokên me gelek ji Mam Zekî hezdikirin, zarokên me ên herî biçuk jî digot Mam Zekî. Beriya ku Mam Zekî  were Şengalê hevalekî her ji me re  behsa wî  dikir digot mirovekî  Êzidî ye, ji bo civaka Êzidî têdikoşe, ji bo rêxistinbuna Êzîdiya xebat dimeşîne.”   Pakîze Celal  gotinên xwe wiha dawî kir: “Mam Zekî stûna Êzidiyan bû. Çawa ev çiyayê Şengalê  li piştame ye, em dibêjin fermanek bibe em ê xwe bidin vî çiyaye,  Mam Zekî jî ji bo me heman tişt bû ku  pişta Êzîdiyan bû. Di nav civaka Êzîdiyan da her yekbûn, rêxistinbûn û hevgirtibûnê esas digirt. Hêvî û baweriyên me heye ku yen desta wan şahadet kirina Mam Zekî  de heye ji wan hesap were xwestin. Dîsa sersaxî hemu malbatên şehîdanra dixwazim.”   Naîme Faris jî gotinên xwe wiha anî ser ziman:“ Di serî de xêrhatina hemû gelê ku hatine konê sersaxiyê û malbata Mam Zekî dikim.Xiyanet li Mam Zekî kirin. Ên ku di bin kona bîranîna komkujiya Koço da cih girtibûn hemû di vê xiyanetê de hebûn. Hêvîdarim ku xwîna Mam Zekî li erdê nemînê.Bila dijmin zanibe  bi hezaren kes heye ku piştame ê civaka Êzidî bigre.”   Naîme Faris di dawiya gotinên xwe de bang li hemû gelê Êzîdî kir û  gotinên xwe bi vî awayî dawî le anî: “Banga min li hemû Êzidiyan e, heta dilopek xwîna me bimînê şopdarê doza Mam Zekî bin.Em ê bi hezaran kes wekê Mam Zekî bînin Şengalê. Em e xwîna Mam Zekî li erdê nehelin.”