‘Jin bingeha ava kirina civakeke parastî ye’ 2018-08-20 09:24:56   KOBANÊ - HPC-J) di derbarê 1. Konferansa xwe de û girîngiya parastinê  de nêrînên xwe anîn ziman û destnîşan kirin ku ji bo ku Civakaeke rast were ava kirin, divê jin bingeha parastina wê civakê be.   Hêzên Parastina Civakê- J  (HPCJ) ya  Kantona Kobanê duh 1'emîn Konfransa xwe  li darxistin. Ajansa me bi jinên ku beşdarî konfransê bûne re hevdîtin kir. Jinan wiha got.   ‘Armanc xurtkirina parastina rewa be divê’   Rohilat Mustefa Konferans pîroz kir û wiha got: “Em 1'emîn Konfransa xwe li rêber Apo û şehîdên şoreşê pîroz dikin. Armanca me ji vê konfransê ew e ku em parastina rewa xurtir bikin û riya parastinê li pêşiya jinan vekin da ku xwe, mala xwe, taxa xwe û welatê xwe biparêzin. Ji bo vê jî em îro dibînin ku jin bi hejmareke mezin tevlî vê konfransê bûne.”   ‘Divê jin bi îradeya xwe civakê biparêze’   Her wiha Rujîn Salim ku bi eslê xwe ji bajarê Derayê ye wiha got: “Îro jin ji %50 tevlî konfransê bûne. Armanca me ew e ku em cihê xwe di nava parastina welatê xwe de bigirin. Him parastina xwe, parstina îdolojiyê, siyasetê û civakê jî. Îro jin bingeha avakirina civakeke parstî ne. Jin bi hêz,îrade, Fikri û Felsefeya xwe divê parastina xwe û civaka xwe bike. Ji bo vê jî em dibêjin divê her kes erka parstina welatê xwe bike û bi taybet jî jin.”   `Jinên HPC`ê wêneya civakê ne`   Her wiha Mizgîn Ebd Elqadir herî dawî wiha axivî: “Em Konfrasna xwe li hemû hevalên xwe pîroz dikin. Weke jinên HPC`ê cih girtina di nava qada parastinê de gavek bû ku em tirsa bi salan di dilê jinan de bişkînin. Me perwerde dît û me çek jî hilda. Ev yek hîşt ku em bibin wêneyek ji jinên civakê re ku ew jî bi me bandor bibin û ew jî xwe li ser vî bingehî bi rêxsitn bikin. Soza me jî ewe ku ew jinên ku hîna di malan de ne em wan li ser van esasan perwerde bikin.”