Bi hezkirin jiyana komînal geş dibe 2018-08-20 09:13:58   Ronîda Hacî    TIL TEMIR - Jina afrîner  Delma Salih berhemên bexçeyên ku çandibûn bi awayê komunal  bi cîranên xwe re parve dike.   Delma Salih ya 49 salî ku li gundê Til Necmmayê dijî, 5 zarokên wê hene û  ji bo debara mala xwe bi alîkariya cîranên xwe bexçeyê zebze çandiye. Delmayê berhemên ku hildiberîne bi cîranên xwe re jî parve dike.   Bi rihê jiyana komînal em tevdigerin   Delmayê diyar kir ku bi rihê jiyana komînal tevdigerin û wiha dibêje " Min xweset bexçeyek ji bo debara xwe û zarokên xwe biçînim ,lê min nikarîbû ji ber rewşa min ya aborî lewaz e .Cîranên min bi min re alîkar bûn û tovê zebze jimre anîn û min jî çand. Îro ez jî baxçeyê xwe ji hemû cîranan re vdikim û hemû jî pêdiviyên ji bo wan pêwist tên ji baxeyên min kom dikin û dibin. Ez bi vê gelek kêfxweş im."   'Jin xwedî enerjiyek pir xurt e'    Delmayê di berdewama axftina xwede wiha got: "Jin xwedî enerjiyek pir xurt e ,dema jin bixwze karekî bike, bi rêya enerjiya xwwe bi ser dikeve.Min hêza xwe ji cîranên xwe girt.  Lê min bi xwe baxçe çêkir. "   'Jin jiyana xwezayî dixemilîne'    Delmayê da zanîn ku jin bi keda xwe xwezayê dixemilîne û ev tişt got:  "Jin bi afrandina xwezayê fêdeyê li gerdûnê dikin.  Di warê çandiniya dar û baxçeyan de jin xwedî roleke girîng e. Ger ku ne ji vî bexçeyî be îsal me nikarîbû zebze bikiriya. Ji ber ku gelek buha ye.  ji ber buhaye . Jiyana komînal hêz û bawerî da min "