Jinên rojavayê Kurdistanê: Me bi şoreşê mafê xwe bi dest xist 2018-08-20 09:10:49   Şêrîn Zêrevan /Delal Cemîl   TIRBESPIYÊ - Jinên Navenda Erka Xweparastinê ya Tirbespiyê ku li Navenda Erka Xweparastinê dixebitin li ser karê xwe nirxandin kir.   Ev 4 sal û nîvin ku navenda Erka Xweparastinê li bajarê Tirbespiyê hatiye vekirin. Di hundirê navenda Erka Xweparastinê de jin jî  kar dikin. Jinên Navenda Erka Xweparastinê kar û xebata xwe nirxandin.   Rêvebera Navenda Erka Xweparastinê Henûf Hacî li ser karê xwe wiha got: “Wek Rêveberî xortên ku ji dewletên derve tên Rojava destpêkê tên cem me û salekê ji bo leşkeriyê tecîl dikin. Çawa ku di hemû karan de jin cihê xwe digrin di Navenda  Erka Xweparastinê de jî cihê xwe weke katib û sekreter digrin.”   Rola jin û pêşketinên wê di şoreşê de   Beriya ku Henûf gotina xwe bi dawî bike li ser rola jinê di Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de jî nirxand û ev tişt got: “Beriya Şoreşa Rojava mafê jinê tinebû, jin her dem bin dest bû. Ez dikarim wekî mînak xwe bidim.  Piştî şoreşa Rojavayê Kurdiatanê  ku  jinê jî cihê xwe di her qadan de girt, ez jî niha rêvebera Navenda Erka Xweparastinê me û  li Bajarê Tibespiyê karê xwe didim meşandin. Ev ji bo min û welatê min gaveke pir serkeftî ye.”   Endama Navenda Erka Xweparastinê Daxwaz Silêman ku bi dosyayên derbarê leşkeran de mijûl dibe karê ku dide meşandin wiha  vegot: “Di hundirê Navenda Erka Xweparastinê de beşen lêkolînê, dîwane û rêveberî heye. Em bi dosyayên derbarê karên leşkeran mijûl dibin ji bo ku pirgirêk neyê jiyîn.”   Meşandina karê dosyayên leşkeran   Daxwazê, li ser kesên ku mafên wan heye leşekeriyê nekin jî nirxandin kir û wiha got:“Endamên ku cihê xwe di YPG’ê, QSD’ê, Asayişê, Trafîk û Zabîtayê de digrin leşkeriyê nakin. Lê ger ku dev ji karê xwe yê di saziyên leşkerî de berdin, divê ku biçin leşkeriyê. Her wiha li malên ku kesekî xebatê tune be û tenê debara malê li ser pişta xortên wê malê be û tenê xortek hebe dimalê de mafî wî xortî  heye ku leşkeriyê neke.  Dema ku xwişk û birayên wî biçûk bin dikare heta mezin bibin ji leşkeriyê tecîl bike.”   Jin ji bo mafên xwe têkoşînê dide    Daxwazê di dawiya axavtina xwe de wiha got:“Em wekê jin piştî ku şoreş li rojavayê Kurdistanê pêk hat, me jî mafê xwe bi dest xist. Êdî em cihê xwe di heman qadên civakê de digrin. Ji ber vê yekê jî divê ku  hemû jin ji bo welatê xwe kar bikin û desthilatdariyê li ser xwe qebûl nekin û tekoşînê ji bo mafên xwe bikin.”   'Kesê leşker di serî de tê cem min'   Xîtam Hisên ya ku erebe  û cihê xwe di hundirê Navenda Erka Xweparastinê de di beşê lêkolînê de digre, wiha bahsa karê ku dike kir :“Ez di beşa lêkolînê de cihê xwe digrim. Di destpêkê de kesên leşker derbasî cem min dibin. Ez rewşa wî baş lêkolîn dikim û agahiyên li ser jî dixwînim. Ez navên kesên ku leşkerî nekirine qeyd dikim. Kesên ku nexweş be em rewşa wî jî lêkolîn dikin ku dikare leşkeriya xwe bike yan na zelal dikin.”   Xîtamê di dawiya gotinên xwe de bang li hemû xortên rojavayê Kurdistanê kir û wiha got: “Leşkerî erka hemû xortên ku dixwazin parastina welatê xwe bikin e.”