Ji bo Abdullah Ocalan bi etîketa #CptActForOCALAN kampanya 2018-08-19 11:23:26       NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku jê tu agahî nayê girtin bi etîketa #CptActForOCALAN kampanya hat destpêkirin.   Ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê ku ji 11'ê Îlona 2016'an ve tu agahî jê nayê girtin li ser medya civakî bi etîketa #CptActForOCALAN kampanya hat destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de bang li Komîteya Astengkirina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) hat kirin û hat xwestin ku derbarê rewşa Abdullah Ocalan de bila li Îmraliyê hevdîtin bê kirin û rewşa wî bi gel re bê parvekirin.   Di kampanyayê de navnîşana CPT'ê jî hat parvekirin û saziyên navneteweyî û HDP'ê jî piştgiriyê didin kampanyayê.