'Ev zilm tu carî nayê jibîrkirin û de neyê jibîrkirin' 2018-08-19 09:01:32   Zeynep Durgut   COLEMÊRG - Di dema qedexeyan de li Geverê 79 kes bi guleyên hêzên dewletê hatine qetilkirin û bi hezaran mal hatine şewitandin. Jina bi navê Menîce Aykut a ku 20 rojan di bin dengê çekan de mayî rojên qedexeyê vegot.    Di sala 2016'an de li Gever, Sur, Nisêbîn û Cîzreyê gelê kurd Xweseriya Demokratîk îlankir. Piştî îlanê ji aliyê dewletê ve qedexeye derketina kolanan li navçeya Geverê  hate îlankirin. Di dema qedexeyê de bi hezaran mal hatine hilweşandin û şewitandin. Li navçeyê  79 rojan qedexe berdewam kir. Ew rojên qedexeyê Menîce Aykut a ku di dema qedexeyan de mala wê hatibû şewitandin vegot.    'Li hemberî şerê mirinê têkoşina jiyanê hebû'   Meniceyê bi lêv kir ku di dema qedexeyê de dewletê li hemberî gel çek hilda bû û wiha axivi;"Em li maqsûdavayê dijîn. Bi xeyalên mezin me mala xwe avakiribû. Gava ku qedexe hatibû îlankirin ez bi zarokên xwe li vir mam. Tu der tunebû ku em pêde biçin. Ez ji mecbûrî li vir mam. Herkesî tax vala kir. Tu kes neketîbû xema avahiyan. Herkesî warê xwe, cihê ku lê dijiyan terk dikir. Ji ber ku mirin hebû. Her şev dengê çekan dihat. Qêrîna şer li hemû kolanan  belav dibû. Di dawiya dengê çekan de kuştin hebû.  Ev kuştin jî bi destê dewletê pêk dihat.  Qedexekirina kolanan dihate wateya îlana şer. Lê li hemberî şerê mirinê têkoşineke jiyanê hebû. Ji ber dengê tanq û topan derûniya zarokên min xera bibû,  zarokên min bi nandor dibûn. Ez piştî 20  rojan şunde  ji mecbûrî derketim. "   'Ev zilm tu car nayê jibîrkirin û de neyê jibîrkirin'   Meniceyê diyar kir ku gel hate mexdûrkirin û got ku li hemberî daxwazên gel şer hate îlankirin û wiha pê de çû;"Gava ku qedexe hate rakirin, em vegeriyan meqsudava. Avahiyên me di rewşeke nenas debûn. Bi tu awayî nedihatin naskirin. Hatibûn hilweşandin û şewitandin. Avahiyên ku bi kedek mezin hatibûn avakirin bi destê hêzên dewletê hatibûn şewitandin û hilweşandin. Li ser her diwarekî dijûnên zayendperest hatibûn nivîsandin. Ew avahiyên ku bi kedek û xebateke mezin hatibûn avakirin, bi bêbextî hatibûn şewitandin û hilweşandin. Di vê taxê de her avahiyek hedef hatibû girtin. Her avahiyek hatibû şewitandin. Avahiyên saxlem nehiştibûn. Ev 3 sal di ser re derbas bûn, em hîna li  gel 5 zarokan di konan  de de dijîn."    Menîceyê di  dawiya axafitna xwe de anî ziman ku Hem avahiyên wan şewitandin, hem jî ji wan re alîkarî nekirin û wiha dawî li axafitna xe anî: " Dewletê hem em mexdûr kirîn, hem jî em terikî qedera xwe kirîn. Wekî ku hinekê xwe bi me re dike. dewletê tenê pereyê alavên hatin şewitandin da. Em niha jî di bin konan de dijîn. Bi derfetên xwe em avahiyên xwe ava dikîn. Ev zilm tu car nayê jibîrkirin û de neyê jibîrkirin. Em ji bîr bikîn jî zarokên me dê ji bîr nekin."