Şewata li Farqînê ji aliyê welatiyan ve hat wemirandin 2018-08-18 11:56:43   AMED - Li bejahiya gundê Şerefka yê navçeya Farqînê  şewata ku derket ji aliyê welatiyan ve hat vemirandin.   Duh êvarê piştî dengê çekan ê ji Qereqola Bendavê ya li Farqînê, li qada daristanê ya li hemberî qerqolê ku di nav sînorê gundê Farqînê yê Şerefkayê de ye hat ragihandin ku şewat  derketiye. Piştî ku şewat heta hundirê gund belav bû hat ragihandin ku ji aliyê welatiyan û bi alîkariya agirkujê hatiye vemirandin.   Herwiha ji bo welatiyên  gundikê gundê Memikan ku bên rizgarkirin ji şewatê gundiyan bi traktor û kepçeyên xwe çûn herêmê.