Li girtîgehan OHAL didome: Binpêkirinên mafan bi dawî nabin 2018-08-18 09:09:46   Habîbe Eren   ENQERE- Rêvebera ÎHD’a Enqereyê Nuray Çevîrmen diyar kir ku bi rakirina OHAL’ê re li girtîgehan rewş baş nebûye û heta xerabtir bûye û got tevî di mêjiyên Pinar Tîkît de kîstê araknoîd heye û rapora wê ya nikare di hucreyê de bimîne heye jî sê roj cezayê hucreyê lê hatiye birîn.   Rêvebera  ÎHD’a Enqereyê Nuray Çevîrmen bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û der barê serlêdanên ji bo wan tên kirin de  axivî.   Nurayê destnîşan kir ku piranî der barê cezayên dîsîplînê û astengkirin mafê tenduristiyê de serlêdan tên kirin û herî dawî jî li girtîgeha jinan a Sîncanê binpêkirin zêde bûne. Nurayê wiha got: “Herî zêde girtî di peydakirina ava paqij de pirsgirêkê dijîn. Rojane 40 lître kota hatiye diyarkirin lê ev ji bo jiyana mirovan têr nake. Ava tê dayîn ji xwe zer û bi zeng e. Bi taybet li Sîncanê di mafên hevdîtinên telefonan de cezayên dîsîplînê tên dayîn.   Ji bo girtiya nexweş sê roj cezayê hucreyê   Nurayê di berdewamiyê de bi lêv kir ku girtiyên nexweş ji ber ferzkirina dermankirina bi kelepçe naxwazin biçin nexweşxanê û wiha pê de çû: “Nexweşan di wesayîtên rîngê de di şertên ne baş dibin nexweşxaneyê. Dema girtî îtîrazê vê dikin jî girtek tên girtin. Cezayan didin wan. Di rojên borî de bûyerek taybet hat jiyîn. Pinar Tîkît ku di mêjiyê wê de kîstê araknoîd heye û nexweşa giran e, 3 roj cezayê hucreyê lê hatiye birîn.”   ‘Girtiya birîndar nikare tuwaleta normal bikar bîne’   Nurayê anî ziman ku girtiya bi navê Dîlber Tanrikulu ya birîndar sala borî anîne Sîncanê û lê jib er birînên ling û çîmên xwe nekare tuwaleta normal bikar bîne û ev tişt anî ziman: “Ji bo klozetê serlêdanê dike.Lê bersivek erênî ji bo serlêdanê nehat dayîn û mexduriyet didome. OHAL bit eşe hatiye rakirin lê li girtîgehan hîna rewş sererast nebûye û girtiyên nexweş yên giran nayên dermankirin. Her wiha nayên tahliyekirin. Di alî xwe gîhandina mafê tenduristiyê de pirsgirêk tên jiyîn. Girtiyên hatine ber mirinê ne. Ev rewş rewşek hovane.”   ‘Herî zêde li Tarsus, Elezîz, Osmaniya û Şakranê tên jiyîn’   Nurayê destnîşan kir ku hema hema li hemû girtîgehan pirsgirêk tên jiyîn lê bi taybet li girtîgeha Tarsus, Elezîz, Osmaniye û Şakranê binpêkirina mafan ji rêzê tên dîtin û di demên dawî de gelek zarok û bebekê bi dayika xwe re li girtîgehê dimÎnin hene.”   ‘Divê dewlet rewşa girtiyan li ber çavan bigire’   Nurayê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku divê saziyên civaka sivîl (STK) û saziyên dewletê der barê girtiyên nexweş de û binpêkirinên mafan yên li hemberî girtiyan bikevin tevgerê û sererastkirinek der barê derm ankirina girtiyên nexweş de bê kirin. Nurayê got divê dewlet peywira xwe ya têkildarî vê de bîne cih. Her wiha got ger rayagiştî li hemberî vê dengê xwe bilind bike wê sazî jî di vî alî de pêngavan bavêje.