Jin amadekariya zivistanê dikin 2018-08-18 09:07:34   Sorgul Şêxo   TIL TEMIR- Jinên rojavayê Kurdistanê amadekariya gelek cûereyên xwarinên ku di zivistana sar û seqem de ji bo wan pêwistin dikin.    Jin bi keda destê xwe aboriya xwe geş dikin û xwedî li kevneşopiyên jina afîrner derdikevin. Jinan xwe di hemû qadên jiyanê de daye bi rêxistinkirin, li rojavayê Kurdistanê. Herwiha jinên kurd bi berxwedan kes û rengê xwe tên nasîn.  Cihê ku jin lê nebe ew cih bê wate ye.  jin îro xwedî li keda jinên afrîner derdikeve û bi girêdana xwe ya bi xwezayê re tê naskirin. Jinên ku xwedî dîrokek afrîner in di vê demsalê de amadekariya zivistanê dikin. Jinên ku amadekariya zivîstanê dikin gelek cureyên sebze hiş dikin û ji bo zivistanê hiştînin.   Me jî  kamîreya xwe li gundên Til Temirê gerand û amadekariyên jinan ji bo zivistanê ji we re ragihand. Yek ji van jinan jî Semîra Şukrî ye ku  her sale di vê demê de amadekariya çêkirina cûreyên xwarinê ji bo zivistana sar û seqem dike.  Semîra dibêje ku jin xwedî li kevneşopiyên jinan derdikevin û aboriya xwe geş dikin û wiha pêde çû:"Tiştê ku jin çêdike pir tê hezkirin û tê xwarin jî.  Ji ber ku keda jinê tê de heye. Di her sale de di van deman de hemû jin dest bi çêkirina cûreyên xwarinê ji bo zivistanê dikin.  Ji ber di zivistanê de her xwarin ango tiştên xwarinê nayên peydakirin. jin xwedî li keda xwe derdikeve."    'Jin li civaka xwe xwedî dertê'   Semîra cûreyên xwarinê û dermanên xwazayî ku çêkiriye wiha tîne ziman:" Ez niha becana ji bo dolma ji zivistanê re amade dikim. Herwiha min  megdûs û ava becana jî çêkir. Ji gihayên xwezayî dermanan jî çêdikim û min niha ew jî çêkiriye. Jin xwedî li civaka xwe derdikeve û ji nexweşiyan jî diparêze."   Besiya Taha jî niha reçela tirî dikelîne û amadekariya çêkirina cûreyên din jî dike. Besiya dibêje jin bi keda destê xwe rengekî cûda dide jiyanê û wiha pêde çû:"Min 25 kîlo  tirî kirî û niha mireba tirî li ser agir çêdikim.  tirî vê salê zêde nebaş e, ne tenê ez ê reçela çêkim ez ê megdûs, ava becanan, reçela  hejîran û cûreyên din ên xwearinê jî çêkim.  25 sal in ku ez xwedî li kevneşopiyên dayîka xwe derdikevim. Jin ew e ku civakê birêve dibe û bi keda destên xwe rengekî cûda dide jiyanê."