Rûyê Dewletêyê zilimkar li Geverê hate teşhîrkirin 2018-08-18 09:01:59   Zeynep Durgut   COLEMÊRG- Mmîna yaku 6 mehan ducanî bû û di dema qedexeyan de zaroka wê ji berçû, dema qedexeyan vedibêje.    Di sala  2016'an de li navçeya Gevera Colemêrgê  qedexeya derketina kolanan hat îlankirin. Di wê dema qedexeyê de bi hezaran mirov hatin koçberkirin û mafên wan hatin binpêkirin. Jina bi navê  Mîne Çevîk a ku di dema qedexeyan de bi 6 mehan ducanî bû ku zaroka wê ji ber çû hovîtiya wê demê ya dewletê vedibêje.     'Ji ber tang û topan zaroka min ji ber min çû'    Mîneyê anî ziman ku di dema qedexeyan de her perçeyeke jiyanê hedef hate girtin û ew roj wiha vegotin:"Hîna qedexe nehatibû îlankirin,  lê li  Geverê hewaya şer hebû. Ez nû zewicî bûm û 6 mehî ducanî bûm. Dîtina tanq û topan derûniya mirov xera dikir. Li ser her kolanekê tîmen taybet tang û topên wan hebûn.  Dewletê Gever  veguherandibûgerandibû qada şer. Tu zarok û tu mirovan nikaribûn di vê rewşê de bijiya. Ji ber dengê çek û topan ji min re tengasî çêbû û ji ber wê  zaroka min ji ber min çû. Kujerê zaroka min jî dewlet bû.  Ez 15 rojan li nexeşxaneyê haim dermankirin. Ji bo ku me bikûjin bi awayê hovane êîrîşî  Geverê dikirin. Çavên wan tarî bibûn. Avahiyên gel topbaran dikirin. Em çûn, lê ew mirovên ku bi çavên xwe ev îşkence dîtin, derûniya wan têk çû. Li tu devera cîhanê mînaka vê hovîtiyê tune ye. Di wê pêvajoyê de zarokên gelek  jinan ji ber stres û hewaya qirêj ku ji bombeyên gazê û her wekî din dihat belavkirin  ji ber wan çûn. Hesabê vê dê kî bide ? Cihê ku edelet tê de nebe, hesabdayîn an jî hesabpirsin  jî ne mumkun e."   'Rûyê Dewletê yê zilimkar hat teşîrkirin'   Mîneyê di berdewamiya axiftina xwe de bilêv kir ku gava  ew vegeriyan Geverê wan ruyê dewletê dît û wiha pê  de çû;"Piştî qedexeya kolanan hate rakirin, em vegeriyan Geverê. Gevera rengîn dewletê vegerandibû goristaneke mezin. Em matmayî mabûn. Rûyê dewletê li Geverê hate teşhîrkirin. Ji şewitandina malan heTa kuştina mirovan her sucek pêk anî bû. Di bin avahiyan de cenaze dihatin dîtin.  Ji ber bêhna cenazeyan mirov nikaribû li Geverê bisekine. Mirovên ku hatibûn qetilkirin, avahî bi ser wan de hatibû hilweşandin. Li ku derê ev  zilm hatiye dîtin? Hestiyên mirovan ji bin avahiyan de dihatin derxistin. Tu tişt nehiştibûn."   'Gelê kurd her tim li hemberî zilmê têkoşîya ye'   Mîneyê di dawiya axiftina xwe de anî ziman ku dewletê ew mexdûr kirin û wiha got:" Gever şewitandibûn. Her gav avêtinek rûyê dewletê derdixist holê. Şopên zilmê hîna li her kolanekê  hene. Gava ez hatim mala min jî şewitandi bûn. Derdora avahiya me ewqas avahî hebûn, tev hilweşandi bûn. Hemû zindîweran zerar dîtibû. Heta niha jî şopên guleyan di avahiyên me de hene. Ji ber ku derfetên me tune ne em nikarîn wan şopên guleyan veşêrîn. Ji zirarê zêdetir tu feydeya dewletê negihişt me. Hetanî niha gelê kurd her tim zilm ditîye lê li hemberî vê her tim tekoşîn daye û dê her tim tebikoşe.