ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2018'AN 2018-08-18 09:00:00   *Mmîna yaku 6 mehan ducanî bû û di dema qedexeyan de zaroka wê ji berçû, dema qedexeyan vedibêje. DÎMEN HEYE   *Li Tirkiyeyê her roj Dolar bilind dibe û krîza aborî  zêde dibe. Ji vê yekê jî  herî zêde esnaf para xwe digirin. Jinên esnaf bertek nîşanî neçareserkirina krîza aborî dan û gotin ku krîz pêşiya pirsgirîkên mezin vedike. DÎMEN HEYE    *Jinên rojavayê Kurdistanê amadekariya gelek cûereyên xwarinên ku di zivistana sar û seqem de ji bo wan pêwistin dikin. DÎMEN HEEY   *ina bi hêz û kedkar Şêxa Mihemed pembo av dide gotina helbestvkar bi bîr dixe û dibêje "Şêr şêre çi jine çi mêr e."   *Berdevka tevgera azadiya jinên ezîdî TAJÊ  Ferîde Şengalî di derbarê êrîşên dewleta tirk ya li şengalê û şehadeta Endamê Koordînasyona Cîvaka Ezîdî Mam Zekî de axivî. Şengalî da diyar kirin ku li hemberî vê êrîşe bersiva herî xwurt wê wê ji hêzên hevkar re bê dayîn.   *Rêvebera ÎHD’a Enqereyê Nuray Çevîrmen diyar kir ku bi rakirina OHAL’ê re li girtîgehan rewş baş nebûye û heta xerabtir bûye û got tevî di mêjiyên Pinar Tîkît de kîstê araknoîd heye û rapora wê ya nikare di hucreyê de bimîne heye jî sê roj cezayê hucreyê lê hatiye birîn. DÎMEN HEYE   *Kaniya Tîmur a li Hezexê ye û ji sedsala 15’emîn maye, di pêvajoya qedexeya derketina derve de ji aliyê polîsan ve bi kepçeyan hat xerakirin û tevî daxwazên ji bo restorekirina kaniyê, qeymeqamtî daxwazan red dike. BI DÎMEN   *Hevberdevka Delege ya Amedê ya KCD’ê Zelal Bîlgîn diyar kir ku krîza aborî ya girantir bûye nikare tenê bi DYA’yê bê îfadekirin, bal kişand ser operasyonên di bin navê ‘derveyê sînor’ de û got: “Welatekî bifikirin her roj bi dehan balafirên şer jê radibin. Rabûna balafirek şer tenê lêçûna wê gelek zêde ye. Dema wisa be bi hêsanî tê texmînkirin ku wê ev krîz welat ber bi têkçûnê ve bibe.” BI DÎMEN   *Leyla Sedûn a ku ev 5 sal in cil û bergên bale difroşe bi hatiniya ji van cil û bergan debara xwe dike û bi xwe debara xwe dike. Leylayê bang li hemû jinan kir ku divê wekî kes di nava civakê de cih bigirin û bi xwe debara xwe bikin. BI DÎMEN