Kongreya Star 7'emîn Kongreya xwe bi biryarên girîng bi dawî kir 2018-08-17 16:12:05   GIRIKÊLEGÊ - Kongreya 7'emîn a Kongreya Star ku bi dirûşma "Bi rihê berxwedana serdemê em şoreşa jinê civakî bikin" hat lidarxisitn bi biryarên girîng hat bidawîkirin.    Kongreya 7'emîn a Kongreya Star  ku li bajarokê Rimêlanê yê girêdayi navçeya Girkêlegê bi tevlîbûna 700 delegeyi ji giştî herêmêmn bakurê Sûriyeyê hat li darxistin piştî du rojan bi nirxandinên girîng, bi biryarên girîng hat bi dawîkirin. Kongireya ku du rojan dewam kir û tê de tevahî jinên ji tevahî partî û rêxistinên siyasî emede bûn bi biryarên   Serkeftî bi dawîbû.   Biryarên ku derketin pêş evin:    1 - Biryarên derbarê azadiya Rêber Apo de:   "* -Rojeva yekemin a xebata civakî, dîplomatîk, leşkerî û sîyasî ew e ku pergala îmralî ji holê were rakirin û ji bo azadîya Rêbertî rojev bên dîyarkirin,   * -Ji bo azadîya Rêber Apo radikalkirina têkoşîna bîrdozî û civakî kirina têkoşinê,   *- Sonda me; ‘Em ê pergala Îmralîyê perçe bikin, Rêber Apo azad bikin’. Ji bo wê pengava çalakî û xebat bên pêşxistin. Bi rêxistinkirina merhaleya sêyemin û xurtkirina paradîgma û Bîrdozîya Netewa Demokratîk   *-Danasîna cewhera fikrên Rêber Apo ji jinên ji hemu pêkhateyan re. Di wê çarçoveyê de Konferans, semîner, civîn û komcivîn bên lidarxistin,   *- Ser mijara ‘Serok û Jin’ li Surî û Lubnanê Konferans werin çêkirin,   2 -Biryarên di derbarê xebatên avakirinê de:   *-"Xurtkirina xebatên înşayê di çarçoveya Pergala Konfedralîzma Demokratîk û Netewa demokratîk de,   *- Di pêşxistin û mayîndekirina komun û meclîsan de esasgirtina perspektîfa Konfederalîzma Demokratîk,   * -Xebatên înşayê li gor Şerê Gel ê Şoreşgerî bên rêxistinkirin,   *-Bi perspektîfa ‘Jin Bê Jîyan nabe, Jîyan Jî Bê Jin Nabe’ her jinek divê li komuna xwe xwedî derkeve,   * -Tevahî komîte divê ku komunên xwe ava bikin û bi perspektîfa ‘Her kes li hember komunan  berpirsiyar tevbigere,   *- Li gor pêwîstîya komunan komîngeh û navend bên wekirin,   *-Li gor perspektîfa Serok Apo ku dibêje ‘Civaka bê perwerde civaka mirî ye’ Perwerde û amade kirina Komun, Komungeh û  Meclîsan li gor erkên pêvajoya înşaaya Netewa Demokratîk divê bên sazkirin,   *-Divê hemû endamên meclîs, belde, nahîye û kantonan perwerdeyan  bibînin,   *- Rêxistin kirina navendên parastina jinan li dijî zîhnîyeta desthîlatdar û  zayendperest a mêr,   *-Perwerdekirna  mêr ji alîyê Kongra Star di çarçoveya ‘Guhertin û Veguhertina mêr’de,   *-Biryarên ku di konferansên herêm û Kantonan de hatine girtin derbasdarin û divê bên şopandin,   Biryarên di derbarê rehend –boyut (komîteyên) Netewa Demokratîk."   Piştî dayina biryarên ku derketin pêş gelek biryarên din jî hatin girtin û piştre  hilbijartinên desteyên  rêveber a Bakurê Sûriyê hatin çêkirn û ji bo rêveberiyê gelek jin hatin hilbijartin.    Kongre bi dirûşmên "Bijî serok apo", "Jin jiyana azadî" hat bi dawîkirin.