'Êrîşa li dijî Zekî Şengalî qirkirina êzidiyan ne' 2018-08-17 13:32:59   Ferîde Zade-lîlav Elî   ŞEHBA - Hevseroka Yekîtiya Êzidiyên Herêma Efrînê Suad Hiso diyar kir ku Erdogan û Iraqê di şexsê Zekî Şengalî de xwestin ku carek din kurdên êzidî qir bikin û fermana 73’yan dubara bikin.  Lê tu caran wê îrade û vîna kurdên êzidî neyê şikandin.”   Ji bo bîranîna Şehadeta Koordînatorê Civaka Êzidî Zekî Şengalî yê ku beriya du rojan di 15 tebaxê de ji bo salvebera kesên di  komkojiya gundê koçoyê de hatin qetilkirin çûbû, vedigeriya, di encama êrîşên balafirên  dewleta tirk de li geliyê Şîlo hat şehîdkirin, Hevseroka yekîtiya Êzîdiyan ya Herêma Efrînê Suad Hiso axivî.   Suad di destpêka axaftina xwe de êrîşa ku li ser Şengalê ji aliyê balafirên dewleta tirk ve pêk hat şermezar kir û anî zima ku di encamên hevpeymanên qirêj yên  di navberê Erdogan û Ebadî de hatinkirin de bi êrîşên balafirên Şer yên dewleta tirk de Koordînatorê Civaka Êzidî Zekî Şengalî şehîd bû.”   'Ji ber ku xwedî derdiket qetil kirin'   Di berdewamiya axaftina xwe de Suad wiha got:”Ji ber ku Koordînatorê Civaka Êzidî Zekî Şengalî  xwedî li êzidiyan derdiket û hişt ku gelê êzidî li Şengalê xwe bi rêxistin bikin, Erdogan û ebadî di kesayeta  Zekî Şengalî de xwestin ku kurdên êzidî qir bikin û êrîşên DAÎŞ’ê yên di 2014’an de li dijî êzidiyan dewam bikin û fermana 75'an pêk bînin.”   Banga çalakiyan hat kirin   Suadê, di berdewamiya axaftina xwe bde bang li êzidiyan kir û wha got:"Ez bang li hemû kesên êzidî dikim ku li dijî van êrîşan rabin ser piyan û çalakiyan li darbixin û  li hember dijminê mirovahiyê dewleta tirk ku bi salane êrîşî êzîdiyan dike, li ber xwe bidin.”   Di dawiyê de Suadê wiha got:”Tu caran hêvî û îradeya gelê êzîdî naşkê, ji ber ku li ser fikir û Felsefeya Rêber Apo dimeşin. Heta dilopeke xwîn di canê me de hebe, em ê berxwedana xwe dewam bikin, tola şehîdên riya azadiya hildin û Rêberê xwe azad bikin.”