Çalakiya Konvedanê ya Ciwanan bi dawî bû! 2018-08-17 13:02:17   SÊMALKA - Çalakiya Konvedanê ya Ciwanan ya ji aliyê ciwanan ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta tirk û bêdengiya PDK’ê ya ji Qendil re bi dawî bû.   Çalakiya Konvedanê ya Komelên Ciwanên Rojava (KCR)  ku ji bo şermezarkirina êrîşên tewleta tirk û bêdengiya PDK’ê li deriyê Sêmalka hatibû li darxistin bi dawî bû.   Çalakî bi merasîma leşkerî  leşkerî ya ji  milê ciwanên Rojava ve hat lidarxistin. Axaftina yekemîn ji aliyê  endamê koordînasiyona YCR’ê Akif Mustefa ve hat kirin.  Piştre  Koma Muzîkê ya koma Botan stran gotin û listika şanoyê  ji aliyê Navenda  Çand û Hûnerê ya  Hesekê  ve hate temaşekirin. Govend hat gerandin û armanca çalakiyê hat vegotin.   Piştre li ser armanca çalakiyê daxuyanî hat dayin û di daxuyaniya Komalên Ciwanên Rojava (KCR) de wiha hat  gotin: “Em weke ciwan êrîşkirina li ser Qendîl û li ser Şengal û bêdengiya PDK’ê  şermezar dikin.  Li ku derê dagirkerî hebe em ê wekê ciwan xwedî roleke sereke bin. Em ê li hemberê hemû êrîşan bi şawazekê radiqal tevbigerin.  Xwedî li Rêberê xwe Abdulah Ocalan û cangoriyên azadiyê derkevin û em ê tu carî xwîna Endama Koordînasyona Civaka Êzîdî  Zekî Şengalî li erdê nehêlin.”   Daxuyanî bi duruşmên,  “Bijî berxwedana Qendîlê”, “Em êrişa li ser Şengalê şermezar dikin” bi dawî bû.