TEV - DEM'ê êrîşa dewleta tirk a li ser Şengalê şermezar kir 2018-08-17 12:51:01   TIL TEMIR - Tevgera Civaka Demokratîk bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta tirk li ser li ser Şengalê bi tundî şermezar kirin û bang li Hukumeta başûrê Kurdistanê û Iraqê kir ku helwestek cidî li hemberî Tirkiyeyê nîşan bidin.    Dewleta tirk bi balafiran êrîşî herêma Şengalê kir û di encamê de Zekî Şengalî hat şehîdkirin û gelek kes jî birîdndar bûn. . Têkildarê mijarê Tevgera Civaka Demokratîk(TEV - DEM) daxuyaniyek da û  êrîşên dewleta tirk şermezar kirin. TEV - DEM'ê bang li hukumeta Iraqê kir ku bêdengiya xwe bişkîne û helwestekê li dijî van êrîşan nîşan bide.    Daxuyaniya ku ji aliyê Hevseroka TEV - DEM'ê ve hat xwendin  li ber Saziya Malbatên Şehîdan bi amadebûna Sedan mamoste û jinên Bajêr hat dayîn.    Daxuyaniya  TEV-DEM’ê wiha detspêkir:    “Ev demeke ku Tevgera Azadiyê li Kurdistanê rastî êrîşên pir dijwar tê. Nirxên gelan tên hedefgirtin û bi komkujiyên  pir mezin bi ser vê tevgerê de tên. Çeteyên DAÎŞ’ê ku hemû hêz û planên ku li ser gelan didin meşandin bi fermana Tirkiyê û Erdogan pêk tîne, xwestin kurdên êzîdî bi riya fermanan qir bikin. Bi hezaran jin û zarokên Şengalê revandin û dîl girtin. Ev pilanên qirêj hêjî li dijî gelê berxwedêr ku nasname û dîroka xwe parastiye dewam dikin.    Dewleta tirk yek ji fermandarên gelê êzîdî Zekî Şengalî hedef girt û şehîd xist. Dewleta tirk piştgiriya DAÎŞ’ê dike. Li gel van êrîşên hov dikê ku Rêxistinên cîhanî, Dewleta iraqê û Hukumeta başûrê Kurdistanê bêdeng nemînin. û helwestekê nîşan bidin. Em ê welatekî azad û demokratîk ava bikin.”    Daxuyanî bi duruşma “Şehîd Namirin",  "Bimire faşîzma tirk" bi dawî bû.